Nuhtir Pirtûk


Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket

Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Çêrokên Pîr Rustem" li ser erkên kesayetiya kurd ê Rojavayê Kurdistanê Bişar Mistefa û bi riya malpera Sersera hat çapkirin û weşandin.

Di wê barê de, di rûpela xwe de, nivîskar û ronakbîrê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Pîr Ristem çapkirina pirtûka xwe ya nû bi navnîşana "Çêrokên Pîr Rustem" ku ji aliyê malpera Sersera.com ve hatiye çapkirin û weşandin bi rêvebiriya dr. Bişar Mistefa ku babatên kevin ku di salên nudan de ango her çar komên çêrokan hemû babatên çêrokan komî ser hev kiriye û berhevkirineke baş sazkiriye û daye çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku nivîskar û ronakbîrê mezin bîrmendê naskirî ê Rojavayêm Kurdistanê yekeke ji rewşenbîrên herî naskirî li Rojavayê Kurdistanê, di sala 1964`an de li gundê Çeqelayê Şîiyê li herêma Efrînê jidayîk bû ye, wek aliyê nivîsî nivîskarekî jîre di biwarên helbest û çêrok û roman û siyaset de, her weha hem helbestban û hem siyasetvan û hem nivîskar e ku bi giştî ew bi ronakbîrekî kurd tê naskirin ku di kar û xebatên siyasêî de jkî endamê serkirdeyetiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriye bû, niha jî li welatê Siwîsrayê dijî û dirêjî bi kar û xebatên xwe ên rewşenbîrî û ronakbîriyê dide.

Têbînî; Her kesê ku bixwaze pirtûkê bi riya elektironîk bikre, dikare li ser vê linkê bişopîne. WWW. Sersera.com

PUKmedia



 

Almanya; Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeş kirin


Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê civaknasê kurd ê Efrînî û naskirî Dr. Mihemed Zeyno pirtûka xwe ya bi navê El-Îndîma...


»  Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket
»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator