Pirtûka Stran Ebdula hat belavkirin
Ji bo dabeşkirina pirtûka xwe ya beşa 5 mîn, rojnamevan Stran Abdulah semînarekê hat lidarxistin.
Îro roja sêşemê roja sêşem demjimêr 10-30 pêş nîvro, bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û ronakbîr û nivîsjkar û rojnamevanan, di salona Kurdistanî New de, semînareke taybet ji sernûserê Kurdsitanî New Stran Abdula re hatli darxistin ku Merîwan Mesûd pêşkêş kir û Stran Abdula jî derbarê pirtûka xwe şirove şû zelalbûnek da.
Piştî ku rojnamevan û nivîskar Stran Abdula nrîn û şiroveyên xwe derbarê naveroka pirtûkê da, ji aliyê mêvan û beşdarvanan ve jî nêrîn û şiroveyên cuda cuda li ser naveroka nivîsa pirtûkê û bateta wê ya serek ku bi navê Meselê Tiduneke ku beşa pêncemên û ya dawî yê ye ku îro hat belavkirin.
Her weha sernûser û rojnamevanê kurd Stran Abdula wê pirtûka xwe ya bi navê (Meselê Tutineke) ku beşa pêncemîn û kotayî tye, wê di wê semînara ku wêîro birêve çû de, bi wajoya xwe ve bi ser beşdarvanên semînarê de dabeş kir.
Derbarê nivîskarê pirtûkê de jî, nivîskar û Rojnemevan sernûserê rojnameya Kurdistanî Nwe birêz Stran Ebdulla ku berpirsê saziya Xendanê yê berê ye ku bi sedan rojnamevanên kurd tevlî xolên taybet ên derbarê rojnamegriya kurdî kiriye û alîkariya piraniya rojnamevan û nivîskar û ronakbîrên kurd kiriye li her çar aliyên Kurdistanê ku Sernûserê Rojnameya ê Kurdistanî Nû yê niha ye.
Hêjay gotinêye ku Salona Kurdistanî Nûh bi serpereştiya nivîskar û Rojnemenûs birêz Stran Ebdulla ku Sernûserê Rojnameya ê Kurdistanî Nû yê niha ye ku rojane bi zamanê Kurdî tê derkirin birêve diçe . Her weha tê zanîn ku heta niha di salona Kurdistanî nû de, bi sedan semînar û kurrên cuda cuda derbarê nasandina pirtûk û kovar û berhemên nivîskar û hunermend û ronakbîrên kurd û Kurdistanê hatine lidarxistin û hin jî dewam dike ku bê cudayîtî deriyê salonê ji hemû rewşenbîr û nivîsdkar û ronakbîrên cuda cuda li her çar aliyên Kurdsitanê re vekiriye.
PUKmedia