Nuhtir Pirtûk


Sê pirtûkên nû hatin weşandin

Yek ji van berheman jî pirtûka bi navê "Meşa Jiyanê" ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û nivîskarê pirtûkê Kerem Bîlen e. Ev pirtûka yekem a nivîskar e. Nivîskar Bîlen 18 sal e di girtîgehê de ye û wiha dest bi pirtûkê kiriye û behsa rêwîtiya wê dike: "Heke jiyan tu rêwîtî bî, qet nesekine, bimeşe, di her gav û nefesê de tuyê xwe bibînî."

Pirtûka helbestan  "Daglarin Şarkilari" (Stranên Çiya) a Abdurrahman Çadirci derket. Helbestvan wiha dibêje "Tenê ne firek çay û mirin jî li çiyayan tê parvekirin…" Helbestvan Çadirci pirtûka xwe diyarî kulîlkên gêlazî yên welatê xwe dike. Helbestvan pêşgotina helbesta xwe wek "ferman" bi nav dike û helbestên xwe wek hestên çiyayan pênase dike.

Romana bi navê "Halklarin Zamani" (Dema Gelan) a M. Cihat Çobanoglû jî qala salên 2002-2004'an dike ku PKK ji bo vê demê dibêje "Pêvajoya tasfiyeyê". Pirtûk bi gotina Zerdeştê Kal; "Di dilê xwe cihekî veke, ku bila hezkirina te hezkirinan mezin bike"dest pê dike. Pirtûk di heman demê de pêvajoya rêxistina gelekî û pêvajoya derbasbûna berxwedanê vedibêje.


PUKmedia/Ajansan



 

Siyasetvanê Kurd Bangi Haco koça dawî kir


Siyasetvanê Kurd cîgirê serokê KNKê Bangi Haco koça dawî kir.

Îro roja şemiyê 29-6-2019`an, li Ewropayê, siyasetvan û n...


»  Nadya Murad li Amerîkayê ye
»  Dêra Ancîlî; Biryara derketina Tirkiyê ji Efrînê da
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Gelo çire te bi telefonekê dagîrkirina Efrînê ranewesatnd?


Di nûçeyeke Demgê Amerîka ya Kurmancî de wiha hatiye weşandin ku Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Erdogan û Kurdan çi got?


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Karîkator