Nuhtir Pirtûk


Li girtîgehê pirtûka 'Bihara Hêviyên Min' derket

Girtiyê siyasî yê bi navê Feysal Yacan (32)  di sala 2007’an de li Îzmîrê bi tewana ‘rêveber û endamtiya rêxistinê ye’ li Îzmîrê hate girtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yacan ê ku 10 salin di girtîgehê de ye, pirtûka bi navê ‘Bihara Hêviyên Min’ derxist.

Girtiyê siyasî Yacan di pirtûka xwe de bal kişandiye ser zor û zilma dewletê ya li ser civaka Kurd. Yacan di pirtûka xwe de wiha dibêje: "Dema mirov rêwiyê kurte jiyana xwe be, mirov di jiyana xwe de xweşî û nexweşiyan dide pişta xwe û ber bi deşt û newal, çiya, banî, cem û kaniyên jiyana dergûşa jinek xêzan a bi dergûşa jinek dewlemend, carna jî bi dergûşa evînî hat lorandin dikeve rêwîtiyek keseran. Xwe di nav xewn û xeyalên xemhat de dibîne."

Yacan di pirtûka xwe de li ser çîrok û serpêhatiyên gelerî jî rawestiya ye. Yek ji van çîrok û serpêhatiyan jî, serpêhatiya Cembeliyê Mîrê Heqarî û Binefşa Narîn e. Her wiha çîroka Qewlê Mîr û çîroka her du birayên berxwedêr jî hatiye vegotin.

Hêjayî gotinêye ku girtiyê siyasî Feysal Yacan di sala 1986'an de li gundê Fereşîn yê li ser navçeya Elkê ya Şirnaxê hatiye dinê. Di sala 1995’an gundê wan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê valakirin û şewitandin. Yacan bi malbata xwe re koçî Wanê dike. Yacan dibistana Navîn qedandiye û di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike.


PUKmedia



 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator