Nuhtir Pirtûk


Pirtûka ”Dersên Kurdî” ya mamoste Heqî Balte

Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.

Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:

”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan spasdar im.

Bi hêviya ku perwerde û hîndekariyeke serketî pêk were.

2013 / Stockholm

B. Welatevîn”

Mamoste Heqî dîsa di Çend gotin de Dibêje:

”Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo şagirdên polên 6 , 7 , 8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin”.

Pirtûk bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ya van pênc mamostên zimanê kurdî li dibistanên Swêdê de hatiye sazkirin û çapkirin û xwendevanên kurd bi naveroka vê pirtûkê têne perwerde kirin.

Rojekê dilsoz û xemxwerekî ziman û çanda kurdî, pirtûkek bi navê ”Dersên Kurdî” ko xwediyê û nivîskarê wê Heqî Balte ye, diyarî min kir.

Di lêgerînekê di nava rûpelên pirtûkê de ez pêrgî rûpela bi navê ”Jiyana Cegerxwîn” hatim.

Nivîskarê pirtûkê çend malikan ji helbestekê dike nimûne ji wê rûpelê re, digel şaşiyên xirab di gotin û nijinandina malikan de.

Nivîskar, di dawiya wê rûpel de hejmarek pirsan ji xwendevan dike, yek ji wan jî ev e:

-Bi hevalên xwere bersivên van pirsan şîrove bikin.

7-Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ya “Herne Pêş” kî kiriye stran?.

De ka em bipirsin: Ma gelo raste ev çend malikên helbestê ji helbesteke Seydayê Cegerxwîn e ?.

Xwendevanên hêja, rastiyê vê yekê jî ev e: Ev çend malikên helbestê yên di pirtûkê de, ne ji helbesta Cegerxwîn e, lê belê ji helbesta Mela Ehmedê Namî ye. Helbest ji 24 malikên zozo û bi navê ”Neşîd û Gaziya Keçan” hatiye hûnandin û hejmara wê ya duwemîn e ji helbestên dîwana “Daxwazname” de.

Dîwana “Daxwazname” ya Seydayê Mela Ehmedê Namî, cara yekemîn di sala 1986an de li Swêdê ji weşanxana Roja Nû û cara duwemîn di sala 1994an de li bajarê Şamê hatiye çapkirin. Herweha hunermend Şivan Perwer jî ev helbest bi awaz û mûsîka xwe kiriye stran. 

De ka em bi hev re malikên helbestê di pirtûka Dersên Kurdî de tevlî wan şaşiyan bibînin:

 

Herne pêş, herne pêş kurdino herne pêş,

Welat çev li rê bendewarê we ye

Heger hûn neyên wa ye keç em meşîn

Bes e koletî serfiraz em bijîn

…….

Herne pêş herne pêş dem û dewra we ye

Welat çav li rê bendewarê we ye…..

 

Helbesta Namî weke ko di dîwana helbestan Daxwazname de hatiye weşandin bi vî awayî ye:

 

NEŞÎD Û GAZIYA KEÇAN

 

Birayên delal hûn werin xortino

 

Buhuşt e welat da’m herin merdino

 

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî, serfiraz da´m bijîn

 

Welat çav li rê bendewarê me ye

 

Ciwan herne pêş dewr û dem ya we ye

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî serfiraz da’m bijîn

 

Bibin yek bi lez xort û keç da´m herin

 

Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî serfiraz da´m bijîn

 

Keç im, nû gihame, dixwazim xebat

 

Me canê ciwan da ye gorî welat

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî, serfiraz da´m bijîn

 

Dilê me ji pola ye gurçik hesin

 

Ji bo tol û doza welat em bes in

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî, serfiraz da´m bijîn

 

Ji Namî me zanî ko em bibne yek

 

Dijîn serbilind al û ol û serek

 

Eger hûn neyên va ne keç em meşîn

 

Besin koletî, serfiraz da´m bijîn

 

         TilŞeîr 1948

Ciyê mixabiniyê ye ko şaşiyek weke vê şaşiyê me gotî û bi pênûsa mamostekî zimanê kurdî û bi pêşniyaz û alîkariya pênc mamotên zimanê kurdî di pirtûka xwendinê de têkeva nav destên xwendevanên wan de û bi wê bêne perwerdekirin.

Ez xweş bawer im dema xwendevanên zimanê kurdî bibînin ko ev helbest, helbesta Mela Ehmedê Namî ye, ne ya Cegerxwîn e, bêgoman hingî wê baweriya wan bi naveroka pirtûkê kêm û qels bibe û wê ji xwe û ji hev bipirsin:

Ma gelo ev şaşî bi tenê ye di vê pirtûkê de yan hejmareke din weke vê şaşiyê têde peyda dibin?.

Dîsa jî em ê çavnihêrê çareserî û rastkirina vê şaşiyê bimînin.

Lê weke Melayê Cizîrî dibêje:

Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim şikayet

 

Samî Mela Ehmedê Namî

Stockholm. 2016.09.11

PUKmedia

 

 

 

 



 

Nerwej; Rojnamevanekî kurd hat xelatkirin


Li welatê Nerwejê Rojnamevanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê hat xelatkirin.

Ji bo derxistina rastiyên heyî li ser rewşa Rojhilata Nav&icir...


»   Kurdekî Sûrî li Pêş UNHCR li Cenevrê Xwe Şewitand
»  Ermenistan; Vekirina perestgeha haerî mezin a Êzîdiyan
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator