Nuhtir Pirtûk


Em Şewitandina Depoya Weşanxeneya Avesta Şermezar Dikin

Depoya Weşanxeneya Avesta, ku yek ji weşanxaneyên Kurdî ye û heya niha bi dehan berhemên Kurdî çap û belav kiriye, ketiye ber êrîşa neyarên pirtûkên kurdî.

Kesên “nediyar” bi şev, bi molotofan êrîş kirine ser depaya Avesta li Amedê û şewitandine. Di encama vê êrîşa kirêt û hov, bi hezaran pirtûkên Kurdî şewitîne û bêkêr bûne.

Heya niha faîlên  vî karê ne mirovî ne hatiye girtin û berpirsên Avesta jî dibêjin “jî bo me eşkere nine, ku kê êrîş kiriye ser depoyê me.”

Nav û nasnameya faîlên vî karê kîrêt,  yên ku molotof avêtîne kî dibin, bila bin,guman têda nîne, ku dijminê zimanê Kurdî ne, neyarê pirtûkê ne, dijî ronahîû geşbûna çand û zimanême ne, parêzerê tarîtîyê û nezanîyê ne.

Em şewitandina depoya Weşanxeneya Avesta bi tundî mehkum dikin û daxwaz dikin, ku berpirsên vî karê ne mirovî herçî zûtir bêne girtin û eşkere kirin.

Em piştgiriya xwe pêşkeşê Weşanxeneya Avesta dikin û amade ne her cure alikariyê, ku bi me çêbe.

12.06.2016

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PAKURD, PSK

PUKmedia



 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator