Nuhtir Pirtûk


Çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan bi “Stranvan” didome.

Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.

Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî.

Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.

Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.

Sînemxan Bedirxan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. 

Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.

Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.

Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”

Stranwan --Celadet Alî Bedirxan---ISBN: 978-605-9082-59-4; 13 x 19.5, 128 rûpel 13 TL

www.avestakitap.com- https://www.facebook.com/wesanenavesta-https://twitter.com/avestayayin-http://www.instagram.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995

PUKmedia



 

Brîtanya; Jineke kurd hat xelatkirin


Jineke kurd ji ber afrandineke nû ve hat xelatkirin.

Li welatê Birîtanyayê jina kurd Faniya Îsmaîl ji ber afrandina madeyeke nû ya berevanîki...


»  YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû
»  Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve
 

BIRADOSTÊ MÎTANÎ: NAVÊN MÎREŞÎN Û DEWLETÊN KURDÎ JI SALA 637z VE


Xwendevanên hêja : Gelo , ji dema hatina misilmanan ve 637z me Gelê KURD carinan desthilatî û xomanî li ser xaka xwe ya KURDISTAN&Ec...


»  Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd
»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
 

Ey Reqîb Her DAIŞê têkbir


Ji bo nûçeya pîroz ya bi dawîbûna Iperatoriyeta DAIŞê di Newroza 2019`an de, dikarim wiha bi dilsozî û ji dil van wateyên heyî bidim xuy...


»  DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..
»  Ansata Navendî girîntirîn jêder e

Karîkator