Nuhtir Pirtûk


Pirtûkek nû bi navê “Strana Şev û Rojekê’’

Berhema nû ya Ciwanmerd Kulek, “Strana Şev û Rojekê”  di nav weşanên Avesta de derket.

Strana Şev û Rojekê Ciwanmerd Kulek di vê berhema xwe de me dibe destpêka gotinê û qelema xwe di rengên dî ên edebiyatê dadike. Gotin vedigere deng û bi kilam, nihurandin û dûrikan durr û mirwariyên dengên edebiyata devkî û gelêrî cardî li ber çavên me radixîne. Dema ji tûrikê zargotinê bi temayeke wê ya herî takekesî û cawîdan, ango bi evînê, li ber guhê me dipistîne, ji wê yekê jî namîne ku hem silavekê bide şêweyê ezelî ê vegotinê, ango helbestê, hem jî xatireke derengmayî jê bixwaze ku weku di destpêka edebiyatê û kêm zêde a her nivîskarî de hebûye, di qonaxa wî ya yekem a nivîskariyê de jî ciyek girtiye. Vê berhevoka ku dengên Kurdî tê de wek ava kaniyan ji bin tebeqeyên kevnar ên mêjû û wêjeya me diherikin, dê bi muzîkalîteyeke resen û rengîn kitêbxaneya me bixemilîne.

Strana Şev û Rojekê

Ciwanmerd Kulek

PUKmedia



 

55 Êraqî bi koronayê ketin


Li welatên derva 55 Êraqî bi koronayê ketin

Peyvdarê wezareta derva ya Êraqê Ehmed Sehaf aûkire kir ku li dervayî Êraqê 2 k...


»  Nivîskarek: Keyo û Yaşar bi Korona jiyan ji dest dan
»  YNK beşdarî civîna Dakarê kir
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator