Nuhtir Pirtûk


PEYARÊK* M.Çiya Mazî

Peyarêk, Pirtûka diyariya bîstsaliya nivîsandina min a bi kurdî ye.

Çi baş çi xerab, çi bi sûde û çi bê sûde, ev bîst sal in ku bi kurdî dinivîsim. Û di vê demê de tenê helbestek min bi tirkî heye. Ji bilî kurdî wekî din bi tu zimanan min nenivîsiye. Îjar îsal salek ku teqlek din li nivîskariya min û jiyana min dikeve. Di vê salê de ango di 2013'an de bûm avakarê weşanxaneya berbangê û min bi vê rêyê jî pirtûka diyariya bîstsaliya nivîskariya xwe jî stend. Dibe ku hinek neecibînin, dibe ku hinek xweş û xweşik nebînin ew jî normal e û ew tiştekî din, babetek din e.
    Bawer bikin rojek payîzî bû û cara pêşî ku min serpêhatiyek Cegerxwîn nivîsîbû û ji rojnameya Welatê Me re şandibû û bi telefona Mazhar Gunbat ya wan rojana weke aniha di bîra min de ye bi weşandina wê hesiyam. Ne pirtûk, ne ferheng, ne mamoste û ne fêrgehek. Tenê rojnameyek bi kurdî ku ji qedexebûnê wekî çekê bû. Ku bi mirov re di wan salan de li Mêrdîn bihata girtin bawer bikin tesîra wê ji devançê jî pirtir bû. Lê salekê salweqat min her hefte dikirrî (carinan dibû panzderojî) û rêzik bi rêzik dixwend û di salekê de min ferhengek xwe bi xwe di ajandeke biçûk de çêkir. Peyvên wê demê ku min li ferhengoka xwe nivîsandine hê jî wekî dengê wê demê di guhê min de ye wekî "nirxandin, helwest, bişavtin û w.d." bi sed caran li wê ferhengokê vedigeriyam û min ji ber dikir wan peyvana. Li mal min vedişart, nedibû carinan min dixist poşetekî û dibir kargeha ku tê de dixebitîm û di çekmeceya xwe de min ew vedişart. Tê bîra min ku xebatkar nîvroj diçûn xwarinê bixwin lê ez nediçûm û min derî li ser xwe digir û ya min ew ferheng û rojname dixwend ya jî min bi textîlo nivîs ji bo rojnameya Welatê me, dinivîsand. Gelek carî heval û berpirsiyar dihatin li paş derî li min guhdarî dikirin. Her carê jî min derewek dikir, minak min digot "min name ji yekî re dinivîsand". Ji xwe her dem nameyek li ser maseya min bû ku rê wan bidim.
     Belkî ji ber van zahmetiyana be jî, aniha ez rûmeta nivîsandina herî sivik jî digirim û dixwazim bila herkes binivîse û hema çi dinivîsin bila binivîsin. Wê rojek ew bê nirxandin û yê ku bimîne dê bimîne, yê ku namîne ji xwe dê herin ser çopê. Lê teqez dê sûde jê bê girtin ji alî hinekan. Yek kes jî ji nivîseke kurdî sûdê bistîne bi rûmet e. Wê demê li Mêrdîn ez û du sê kes bûn ku me bi kurdî dinivîsand û haya me û hinekan ji wan ji hevdû jî tunebû. Lê îro dibînim ku bi sedan bi hezaran xwendevan çêbûne û gelekî jî ez derbas kirime ango sola min û me yên wê demê nivîskar di taqê re avêtine. Ne wekî hinekan ku ez hesûdiyê bikim û ji derbaskirinê bibehecim. Na. Pir pir kêfa min tê ku wêjevanên bîst û sî salî ji min biçûktir û dikare ji min xweştir binivîsînin hene aniha di qada nivîsa kurdî de. Ew dibe kêf û dibe girêkek û di qirika min de dihere xwar û dilê min dikelîne. Ji xwe nivîskarên aniha ku nivîskarên wê demê derbas nekiribûya an derbas neke dê xwelî wê li serê me bibare û bibariya wê demê.
    Yê ku wan salana zahmetî ji bo vî zimanî dîtine zane wan salana çi bû. Dîtin û gotin nabe yek. Ji ber wan zahmetiyana ez dibêjim heta ez hebim ez dê bi kurdî binivîsim, baş an xerab, kî biecibîne an ne ecibîne. Lê heta ji min bê ji bo ecibandin û sûdeya wêje û wêjevanan û azadiya Kurd û Kurdistanê hewl bidim û hestên xwe bînim zimên û binivîsim.
   Tabî di van salana de ji ber vê nivîskariyê dibe ku min dilê hinekan, dost û malbata xwe hiştibe, ew jî kêfareta wê ye, berdêla wê yekê ye, bila li min biborin ku min xwe bi fêmkirin nedaye. Gelek kesên ku me bi hev re dest bi jiyanê kir dewlemend bûn, gelek jê meqamên bilind zeft kirin û gelek jî serê xwe xistin bin çengê xwe û meşiyan azadiyê û tevlî pakrewanan bûn. Lê belê ez dibêjim min hinekî peywîra xwe ya ji bo wan hevalên cangorî bi cîh anîye. Lê tu carî ez nagihêjim wan, lewra wan, ne ku tab û ked dîtin, wan ji bo kurd, kurdî û Kurdistanê bedena xwe xistin bin axê, bila silav li wan be, tenê dikarim visa bibêjim.
     Gelek carî nexweş ketim, min emeliyatên giran derbas kirin. Dibe ku ev nexweşî ji nivîskariyê be jî an dibe ku nivîskarî ji nexweşiyên min çêbûne. Teqez yek ji yekî çê bûye, lê nizanim kîjan ji kîjanî. Bi wan re ez hatim heta vir. Belkî hinek şêwaz û nivîsa min biecibîn û belkî hinek ne ecibînin ew jî, normal e. Ya Girin ez dibêjim ez li pey ya dilê xwe meşiyam ya ku min jê hez dikir; azadiya zimanê kurdî û Kurdistana Azad.

Ev nivîs ji pêşeka pirtûka Çiya Mazî ’Peyarêk’ê hatiye girtin 2013.

M.Çiya Mazî

PUKmedia



 

Ermenistan; Vekirina perestgeha haerî mezin a Êzîdiyan


Li welatê Ermenistanê mezintirîn perestgeha Êzîdiyan hat damezrandin.

Duh li Ermenistan  ji bo kurdên Êzîdî perestgeheke herî...


»  Danîmark; Ciwanekî kurdê Efrînî girîngtireîn xelata mîkînekî wergirt
»  Hunermenda kurd Leyla Zerya dipeyve
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû


Yekemîn Konferansa Aştî a Cîhanî li Silêmaniyê birêve çû.

Îro roja yekşemê 19-9-2019`an, li bajarê Silêmaniy&e...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator