Nuhtir Pirtûk


Reîs Remezan(ekan)

Çîrokek nû ji Ferhad Pîrbal bi soranî û kurmancî

Çîroka Ferhad Pîrbal “Reîs Remezan(ekan)” bi soranî û kurmancî di nav weşanên Avestayê de derket. Kurmancî û transkripsiyona çîrokê ji aliyê Eyup Subaşı û Çetoyê Zedo ve hatiye kirin.

“Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawinê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan… Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê pê re hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyayê.”

Ferhad Pîrbal vê carê xwendevan hem bi soranî hem bi kurmancî dawetî xwendinê dike.

Reîs Remezan(ekan)
Ferhad Pîrbal

Ji soranî bo kurmancî: Eyup Subaşı / Çetoyê Zedo
ISBN: 978-605-9082-24-2
13x19.5, 80 rûpel, 10 TL
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995

PUKmedia



 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator