Nuhtir Pirtûk


Maria melekek bû

Jinûve çapkirina hemû berhemên Firat Cewerî dom dike. Çapa nû ya “Maria melekek bû” di nav weşanên Avesta de derket. Heta dawiya salê (2015) çapa hemû berheman temam dibe û berhem tev de di qotiyekê de têne komkirin.

”Tu hêrs bûyî, te destê xwe yê rastê kir gurmist û heta ji te hat, te li nîvê neynikê da. Neynik perçe bû û perçak ji rûyê te jî bi neynikê re hat xwarê. Te tavilê destê xwe da rûyê xwe; rûyê te li cihê xwe bû, lê te di destê xwe de êşeke sivik his kir. Te xwe ji ber neynikê neda alî. Te di neynika perçebûyî de li derzên rûyê xwe temaşe kir.”

Derzên rûyê lehengê romanê Daniel, nîşana birîna kûr ya dilê wî ye. Bûyerên rojên bihurî dev jê bernadin, dike nake nikare şexsiyeta xwe ya perçebûyî bi ser hev de binîne. Li xwe digere, lê xwe nabîne… Firat Cewerî, bi estetîkeke edebî û kûraniyeke psîkolojîk dadikeve ruhiyeta lehengên xwe, me dibe cîhana wan ya xalî û dike şirîkên êş û azarên wan.

Maria melekek bû
Firat Cewerî
(Roman)
ISBN: 978-605-9082-23-5
13x19.5, 136 rûpel, 12 TL
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995

PUKmedia



 

Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir


Li Almanyayê Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir.

Di wê barê de, Dr. Seuydo Dîko di rûpela xwe ya Face...


»  Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
»  Kekeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator