Nuhtir Pirtûk


Xatê Xanim

“-Mala we ava be, çima hûn Tirkan nas nakin? We Dewleta Romê li me kire Çiyayê Girîdaxê. Tu yê qey bibêjî em Tirkan, qanûna wan nas nakin... Eger cimaet hinekî dengê xwe bilind dike û li miqabilî qanûna Romê dertê, bi elbê re ew wê qanûna xwe diguheze, “rind li cimaetê dinihêre”. Lê wexta ku devê şûrê wî dibirre, cimaetê mîna gîhê bi kêlendiyê diçine. De tişt nabe, wext ê bê, cimaet ê ji binê wê “qencî”ya wan derkeve.”

Ji Xatê Xanimê

Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, nivîskarê berhemên bi navê Morof, Gundê Mêrxasan û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi novela xwe ya bi navê Xatê Xanimê ve, beşek ji serpêhatî û qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya jineke Kurd a wêrek a bi navê Xatê Xanim vedibêje. 

Bi novela Xatê Xanimê ya Eliyê Evdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî de derdikeve û bi pêş de tê, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek, di kesayeta Xatê Xanim de rola jina Kurd di warê birêvebirina civakê de; dudu, girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên me.

PUKmedia/Weşanên lîs



 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad li hemû rojnamevanan û hevkaran pîroz be.

Di serî de, bi helkevta Roja Rojnamegeriya Azad a navneteweyî, ez te...


»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin
»   Efrînî û vejandina jiyanê...

Karîkator