Nuhtir Pirtûk


Daxuyaniya Hejmara Yekem ya Kovara Felsefevan

Merheba ji we re…
Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin.
Guman tê de nîne, ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lwema ev kar, bar û berpirsiyariya me girantir jî dike. Li gel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn, gelekî girîng e û bêguman, bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de, meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me. Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî, di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di navbera wan de jî, bêguman têkiliyek xurt heye.
Kovara Felsefevan, dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de, em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn (dosyeyan) rawestin. Herweha, em ê cih bidin mijarên mîtolojî, civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî. Belam, mijarên civaknasî û psîkolojiyê, dê betir mijarên destpêkê bin û armanc, dê nasandina wan zanistan be. Weke din, em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin.
Di vê hejmar ewil de, em li ser du mijarên taybet rawestiyan:
1- Di pêşketina zimanan de fîlozofî û felsefe
2- Têkiliya felsefeyê û dîn çi ye gelo? Çima di civakên lipaşmayî de, felsefe her dem weke dijberê dîn/olê tê dîtin û nirxandin?
Di rûpelên pêş de, dê hûnê li gotarên gelek hêja yên Shahînê Bekirê Soreklî, Zeynelabidin Zinar, Fêrgîn Melîk Aykoç, Omer Dilsoz, Zeynel Abîdin, Newaf Mîro, Mahmut Ozçelik, Mîr Qasimlo, Y. Gul Seven,  Rênas Xendekî, Sultan Arslan, Konê Reş, Evîn Berçem, Kêmzan Bêwar, û Agirî Soran rast werin ku bi şêweyek felsefî û akademîk mijar li qelemê dane û têgihiştineke xwe a kûr hene.
Herweha dîsa nivîsa Panait Îstratî ya <Mirov>, derheqê dîn de nêrînên ramanwerên cuda, Destana Gilgamêş, Ferhengoka Felsefeyê, di quncikê civaknasiyê de <Pênase û Taybetmendiyên Komên Civakî>, di quncikê psîkolojiyê de jî <Danasîn, Wesf û Binaşaxên Zanista Psîkolojiyê> cih digrin.
Nesrîn Rojkan, rêwîtiya xwe ya li warên Antîk Yewnanîstanê bi nivîseke xweş ya bi navê <Li Pey Şopa Fîlozofan> li qelemê daye û geştnameyeke xweşik nivîsiye. Herweha, Ali Gurdilî bi nivîskarê <Heteroglossîa> yê bi H. Kovan Baqî re hevpeyvînek pêk anîye, ez bawer im dê ew jî gelekî bala we bikşîne.
Di her xebat û karên destpêkî/pêşîn de, bêguman dibe ku hinek çewtî pêk werin. Lê ya girîng ew e ku mirov ji çewtiyan jî ders bigre û rê nede dubarkirina wan. Li ser navê hemû xebatkarên kovarê, ez gelekî spasiya hemû rewşenbîr û nivîskarên me yên qedirbilind dikim, ku bi gotarên xwe yên hêja piştgirî dane me û em bi tenê nehiştine. Herweha em spasiya we xwîneran jî dikin ku we bala xwe daye vê kovarê û dixwînin. Em ji xwe bawer in û hêvîdar in ku em ê bikaribin bi berdewamî vê xebatê bidomînin û berfirehtir bikin.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de…

PUKmedia



 

Bekir Bekir Feteh bû balyozê Êraq li Namsayê


Bekir Feteh wek balyozê nû yê hikûmeta Êraqa fedralê li Namsayê dest bi kar bû.

Di roja çarşemê 27-3-2019`an de, ji bo erka xwe ...


»  Brîtanya; Jineke kurd hat xelatkirin
»  YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû
 

Bernameya Ji Rojava`yê guhdar bikin


Ev bernameya Ji Rojava`yê hemû hefteyekê di radyoya DengêGelê Kurdistanê de tê weşandin.

Mijarên benrameya Ji Rojava`yê derbarê p...


»  BIRADOSTÊ MÎTANÎ: NAVÊN MÎREŞÎN Û DEWLETÊN KURDÎ JI SALA 637z VE
»  Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd
 

Dêr vegerandin baregehên leşkerî û Êzidî bi hinceta”Kafir in” serjêkirin-3


Li Girê Spî Ermenî hatin revandin, milkên wan hatin talankirin û dêrên wan hatin hilweşandin. Bi dehan Êzidî jî li ser destê Art&ec...


»  Enfal birîneke bê dermane naye ji bîr kirin
»  Pêşmergeyek bû serokkomarê Êraqê

Karîkator