Civîna serkirdeyetiya YNKê

Biryare ku Encûmana Serkirdeyetî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê îro şemiyê 1/12/2018`an ji bo danûstandinê li ser hinek mijarên girîn lihev bicive .
Her weha sêşema rabirdu mekteba siyasî ya YNK li bajar ê Silêmaniyê civînek di bin çavdêriya cîgirê emîndarê giştî yê Yekîtî birêz Kosret Resûl Alî de û bi amadebûna D.Berhem Salih lidarxistibûn û biryar hatibû danîn ku îro civîn were lidarxistin.
Jêdereke Agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku di civînê de dê li ser rewşa siyasî ya Herêm û Êraq ê û rewşa navxweyê YNK gotûbêj bikin.

PUKmedia



 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad li hemû rojnamevanan û hevkaran pîroz be.

Di serî de, bi helkevta Roja Rojnamegeriya Azad a navneteweyî, ez te...


»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin
»   Efrînî û vejandina jiyanê...

Karîkator