Oxirkirina dawî ya Dr. CemalÎro roja Înê 7-9-2018`an li bajarê Silêmaniyê termê pîrozê diktorê pisprê di biwarê zarokan de nemir Cemal Ehmed Reşîd bi axê hat spartin.Bi merasîmeke mezin û bi hêz de ku endamên parlemana Kurdistan û Êraqa fedral û nûnerên hizbî û hikûmî û parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir û çendîn kesayetiyên din li gel hejmareke mezin ji dost û hogirên Dr. Cemal Ehmed Reşîd beşdarî merasîmê bûn.Hêjayî gotinê ye ku diktorê naskirî yê di biwarê zarokan de diktor Cemal Ehmed Reşîd ji 45 salan ve karê diktoeiya zarokan li parêzgeha Silêamniyê dike û di sala 1985`an de jî wek diktorekêî xwebexiş di kolîja bijîjkî ya zanîngeha Selahedînê ya bajarê Hewlêrê karên xwe ci bi cê kiriye û bi bê hember. Kesayetiyekî naskirî û dilgeş û xweşdivî bû ye ji aliyê tevahiya xelkên Silêmaniyê ve dihate pejirandin. Di roja 4-9-2018`an li Almaniyayê koça dawî kir û duh roja pêncşemê jî vegerandin Silêmaniyê û îro jî li girê Seywanê bi axêspartin.PUKmedia
YNKê ; Pêwîste pirsgirêka mûçeyan were çareser kirin
Alîkariya YNKê gihîşte wezêşkarên Xormatoyê
Kosret Resûl Kurdistanî Nû pîroz kir
Pizîşk Şad Reşîd ,yekem kurde ku li Danîmarkê vaksîna korone lixwe da ye .Her wiha D.Şad ji PUKmedia`yê re got di 28-12-202...
Şehabê ser çiyan bi çek û hêza xwe ya laşî parêzvanê doza giran û jiyan bû, bi pênûs û hizra xwe fedekarê paras...