Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Almanya hat vekirin
7/5/2016 12:54:00
Pêngaveke dîrokî vê carê li Almanya yê...Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Almanya hat vekirin.
Îro roja înê, 6/5/20 16 ' an, li bajarê Berlin paytexta Almanya yê, bi Amadebûna nûnera giştî ya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê mamoste Sînga Mihemed Şîraz, bi fermî nûneretiya Rojavayê Kurdistanê hat ve kirin û pîroz kirin.
Xebatkar û siyasetmedar Sipan Ibrahim ku endamê komîteya jinûve avakirina Kobanê bû, wek Nûner û berpirsê yekê yê Nûneretiya Rojavayê Kurdistanê li Belînê dest bi kar û xebatê dike, ji erkên wî yên sereke ku kar û xebatên diplomatîk yê Rojavayê Kurdistanê di wê Nûneretiyê de, birêve bibe..
Her weha Berpirsê nûneretiyê Sîpan Îbrahîm ji tevahiya Kurdan re ragihand ku ev mala wan hemûyane û bê cudayî.
Pîroz be li tevahiya gelê kurd ev pêngavên dîplomatîk ku rastiya azadîiya doza gelê kurd ya rewa derdixe holê.
PUKmedia-Hozan Efrînî