Rastkirina şopan
Agadarî 07:03 PM - 2021-07-30Rastkirina şopan
Ewê ku rû dide rastkirina şopan e, şopa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û şopa rêvebirî û desthilatê li Silêmaniyê û tevahî Kurdistanê ye ku berpirsyartiya YNKê di rêvebiriya Kurdistanê bi giştî de ye, tako kes bi gotin û derewên ji rûpel û malperên tora civakî ên nelihev neyên xapandin ku tev bi pare û quta jiyana kadroyên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê û rêkxistinên wê têne birêvebirin, di vê barê de bila ti kes nerînên xwe çewt neke.
Cewhera mijarê, ne tawanbarkirina (Nerîna Komployê) a erzan û amadekirî ye û ne gotara ku dibêje destên dervayî têde ye, ji ber ku di proseyên siyasî ya Rojhilata Navîn de, her pêngaveke jibo çaksaziyê, yekser bi alîgiriyên dagîrkeran û zeyonîzmê tawanbar dikirin û her we….., û niha jî tiştê ku tê gotin ewe destwerdana derekî û herêmî ye, ew jibo wê yekê ye ku destê kesk a dixwaze kêmtirîn çaksaziyê bike an jî guhertina yasayî a xwezayî bike kelepçe bikin û nikarebe tiştekî wiha bike.
Ewê niha dibe û di qonaxa pêş de bibe, ew destê çaksaziya sipî ye yê kesk ya YNKê ye ku bi armanca vejandina jiyana jêndariyê û karekirina tevgera siyasî a xwezayî di navçeya zona YNKê û hemû Kurdistanê ye.
Destê sipî û ewlekariyê ku baweriya YNKê ye ewe ku encamê divejîne, navendiya federaliyet û demokasiyê ye, bi awayekî hevşêwerî ku bi armanca bihêzkirina di navbera hevalan de ye, û rêkxistinê û sîstema desthilatdariyê di welat de birêk dixe.
Her weha Kurdistan û YNKê di van buyerên ku pêkhatine de, bi kêmtirîn erk û ziyan derket, van çaksazî û guhertinên ku pêkhatine şopa xwe ya rastî girt.
Aşkire bû ku sedema cewherî ku ev pêngava rastkirina şopan û çaksazê dereng xistiye, ew bû ku jê derketin bi kêmtirîn ziyan û pêvçûn be, ji ber wê jî, bi awayekî jîr û jêhatî û bi hêminiyeke baş guhertin û çaksazî dest pê kir, heya ku jiyan û jîndariya xelkê ên xwezayî têkneçe, ev berheviyên ku pêkhatine, di demeke pir kurt û bi proseyeke pir hûrgilî birêve çû. Lawra jî, dibe lêtêghîştina giliyên derengbûnê bibe lê ne gilî li ser bi dawîanîna bicihkirina lezgîn ê ye.
Ewê bûye û dibe, mijara xwezayî ya guhertina di sîstema rêvebirî û desthilatdariyê de ye, her du saziyên taybetmend bi parastina jiyana welatiyan wek saziyên hikûmetê ku vegerin bo cihên xwe ên resene ku cihên parastin û mêrxwesî û bihêzkirina bingehên jiyana jîndariya welatiyan û peydakirina aramî ji wan re di zona YNKê û tevahiya Kurdistanê de dibe.
Ev rê partiyê vedigerîne saziyek sivîl a ku ji hêla partîzan, rewşenbîr, hevalên têkoşer û çalakvanên siyasî û rêxistinî ve tê rêvebirin, ku ew girseyên yekîtiyê teşwîqê xebat û têkoşîna partîzanî ya ber bi (yekîtiya nû) dibe.
Ev rê û şopa, wê YNKê vegerîna bo YNKê ya resen, YNKê ya cemawera gelê me ku serok Mam Celal herdem digot:Yekîtiya we. Bi vê derberînê, careke din YNKê vedigerand û radestî cemewerê Kurdistanê dikir.
Ev rê û şopa, vejandina jiyana hizbeyetî di hundirî YNKê de ji nû ve saz dike, her weha rêûrastiyên hizbeyetî jî bihêz dike, Ji îro û pê ve, wê rêûrastiyên hibeyetî a rese new serwer be, ne sîber û sêbervanên bitirs ên ne hizbî bin, ku jêderên xwe ji rênma û fermanên cihên ne diyar werdigirin û milîsên malperên veghîştina civakî.
Rastkirina şopan cîgeheke çûnyetî û bê wêne derbas kir, hîn cîgehên din mane ku wê bêguman derbas bikin.
Ji Kurdistanî New ve bi spasî hatiye wergirtin û wergerandin
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23