Xelatkirina Demîrtaş nerazîbûn derket

Tarawgeh‌‌‌‌ 06:46 PM - 2021-07-24
.

.

Li Almanyayê bajarê Weimar'ê xelata mafên mirovan pêşkêş bi hevserokê berê ê girtî Selahedîn Demîrtaş kir.

Lê ji ber wê yekê, helwestên cuda ji aliyê dem û dezgehên ser bi hikûmeta Tirkiyê ve derketin holê û nerazîbûnên xwe ji bo dayîna xelatê ji bo Selehdîn Demîrtaş hatin holê û deng vedan.

Her weha di wê barê de, çalavanekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê nûnerê Rojhilata Navîn a Komeleya Piştgiriya Gelên Jêrgefê Dr. Kemal Seydo derbarê nerihetiya Tirkiyê ji xelatkirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş re wiha dibêje;Piştî ku şaredariya bajarê Weimar'ê (Almanya) biryar da xelata mafên mirovan 2021 bidin S. Demîrtaş, dewleta Turk ya zalim û hevkarên wê hemleyeke berfereh li di jî bajarê Weimar'ê despêkirin.

Dr. Kemal Seydo di dirêjahiya nivîsa xwe li ser rûpela xwe ya veghîştina civakî de, derbarê gotinên Tirkiye li ser wê bajarê Almanî ku Selahedîn Demîrtaş xelatkiriyede wiha pêde diçe; Dibêjin bajarê Weimar'ê "bajarê terorê" ye.

Her weha Dr. Kemal Seydo çend rojên berê jî, derbarê pêşniyarkirina xelatê wiha gotibû: Li ser pêşniyara Komeleya Piştgiriya Gelên Jêrgefê S. Demîrtaş xelata mafên mirovan ya bajarê Weimar (Almanya) werdigre.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket