Helbosî û Hekîm dixwazin ku dev ji boykotkirina hilbijartinan berde

Êraq 02:36 PM - 2021-07-16
Helbosî û Hekîm dixwazin ku dev ji boykotkirina hilbijartinan berde

Helbosî û Hekîm dixwazin ku dev ji boykotkirina hilbijartinan berde

Roja înê Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbosî û serokê Hevpeymaniya Hêzên Dewleta Niştimanî Emad Hekîm bang li serokê Rewta Sadir Muqteda Sadir kirin, ku dev ji biryara boykotkirina beşdarbûnê di hilbijartinan de berde.

Sadirnboykotkirina hilbijartinên bê ragihandibû, û destê xwe ji hemî endamên hikûmeta niha û ya bê kişand, destnîşan kiribû ku ev yek "ji bo parastina tiştê mayî ji welêt û rizgarkirina welatê ku gendelî heya niha dişewitîne hatiye".
Herweha Helbosî jî di tiwêteke xwe de diyar kir, ku "di şert û mercên dijwar de ku di ser Êraqê re derbas bû, li ser dîwaran hevokek hate nivîsandin: (Ji Felûca heya Kufa, em welat bernadin". Ji Sadir re got Bavê Haşim hîn gelek li pêşiya me heye ,pêdiviya welêt bi kesên dilsoz heye da ku ala xwe bilind rake û xizmeta gel bike û aramiyê peyda bikin

Hekîm jî di weşaneke xwe de ji Sadir xwest ku dev ji boykotkirina hilbijartinan berde û xebata neteweyî ya hevbeş bidomîne,û holê vala neke.Destnîşan kir ku Êraq di qonaxeke metirsîdar û hestyar de derbas dibe divê ku demokratî were parastin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket