Sûriyê: Li herêma "bêçek" 8 kes hatin kuştin

Cîhan 12:07 PM - 2021-07-15
Sûriyê: Li herêma "bêçek" 8 kes hatin kuştin

Sûriyê: Li herêma "bêçek" 8 kes hatin kuştin

Hêzên hikûmeta Şamê vê sibê bi moşekan bajarokên li herêma "bêçek" kirin hedef, di encamê de 8 welatî hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku îro hêzên hikûmetê bi moşekan herêma Mesbeh a li derdorê El-Fûa ya gundewarê bakurê rojhilatê Idlibê hedef girt 5 welatî û di nav de zarokek hatin kuştin, her wiha li herêma Ibilîn a Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de jî, 3 sivîl û di nav de zarokek û jinek hatine kuştin. Bi wê yekê heta vê kêliyê hejmara kuştiyan bû 8 kesan. û divê ku hejmar bilindtir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran ne liheve.


PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket