Jinanên Dêrazorê: Kuştina jinan li dijî mirovahiyê ye

Cîhan 05:45 PM - 2021-07-12
.

.

Jinên Dêrazorê sûcên kuştina Aye û Eyde şermezar kir û anîn ziman ku ev kiryar li dijî rêgezên mirovahiyê ye.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku sûcên kuştina Aye û Eyde ji aliyên malbatên wan ve têne şermezarkirin de, Komîteya Jinan a herêma rojhikatê Dêrazorê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: " Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jinên herêma rojhilat û bi navê meclisa kantonê ya xeta rojhilat, saziyên herêmî û saziyê girêdayî Rêveberiya Xweser, îro em li vir kom bûn da ku sûcên hov şermezar bikin".

Di daxuyaniyê de bang li aliyên berpirs, rêxistinên mirovahî, navneteweyî hate kirin ku kesên ku ev sûc pêk anîne, werin cezakirin û wiha hate gotin:"Ev sûcên ku li dijî jinan tên meşandin, armanc jê ku vîna jinan bişkînin."

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket