Darayiya Herêmê me 200 milyar wergirt

Agadarî 03:39 PM - 2021-07-11
.

.

Wezareta Darayiya Herêma Kurdistanê dibêje ku 200 milyar dînar ji Bexdadê wergirtine.

Îro roja yekşemê 11-7-20-2021, wezareta Herêma Kurdistanê aşkire kir ku wan bi riya hesabê bankê xwe li Bexdadê, 200 milyar dînar ê Êraqî wergirtine.

Di wê barê de, wezareta darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di belavoka xwe de ku PUKmedia`yê dişopand tê de dibêje ku ew pereyên ku ji hikûmeta Êraqê wergirtine, bi qasî 200 milyar dînarên Êraqî ye û bi riya hesabê wan ê bankê li Bexdadê hatiye wergirtin.

Wezaretê aşkire kir ku ew şandina 200 milyar li ser bi9ngeha rêkeftina ku di navbera hikûmeta Herêma Kuridstanê û Êraqê de pêkhatiye ku di demên berê de danustandinên bi berdewam dihatin saz kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket