Encûmena Penaberên Kurd - Sûriya li Silêmaniyê Dr. Omar Şêxmûs rûmet kir
Hevpeyvîn 12:36 PM - 2021-07-08Encûmena Penaberên Kurd - Sûriya li Silêmaniyê Dr. Omar Şêxmûs rûmet kir
Şandek ji Encûmena Penaberên Kurd - Sûriya li Silêmanî û Helebçe, bi serokatiya serokê Encûmenê Hozan Efrînî, beşdarî merasîma rûmetkirina D.Omer Şêxmûs bû.
Bi amadebûna endamê Encûmena siyasî a Bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya KurdistanêHakim Qadir Heme Can û rojnamevan Rewşan Qasim û rojnamevan Azad Kerkûkî digel endamên desteya rêvebir ya Encûmenê Sîlda Şahîn û Zîwa Xelef û Mistefa Ihmo, mertala rêxistina Hawar ya civaka sivîl pêşkêşî D.Omer Şêx Mûs hat kirin.
Di civînê de, dîroka tekoşîna Şêxmûs ji bo doza Kurd û rola wî di pêşxistina tevgera Kurdî li Rojava û başûrê Kurdistanê de hate bibîranîn, di navbera xwendekarên Kurd li Ewropa û Rojavayê Kurdistanê de têkoşîn kiriye ,herweha di dema ku ew endamê buroya siyasî bû digel hevjîna xwe ya Siwêdî Ankîta ku di sala 2020`an de jiyan nji dest dabûn, li çiyayên Kurdistanê di nav hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de têkoşîn kiriye, yek ji damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Pêşmerge ye li çiyayên Kurdistanê û dîplomatek di meydanên navneteweyî de ye ku xizmeta doza Kurd û Kurdistanê dike .. di radyoya Dengê Amerîka de beşê Kurdî kar kiriye û wek mamoste li zanîngeha Stockholmê, li Swêdê, ji bo wergirtinabawernameya Doktore a Rûmetê ya Zanîngeha Koya serdana Herêmê kiribû.
Wekî diyariyek ji bo rêzgirtina têkoşer Omar Şêxmûs martala rêxistina Hawarê jêre hat pêşkêş kirin, serokê Encûmenê Hozan Efrînî bawernameya ku wergirtiye lê pîroz kir û pesna rola wî di xizmetkirina doza kurd û çanda kurdistanî û hewlwêstên wî da.
Dr. Omer piştgiriya xwe ji Encûmena Penaberan re piştrast kir, û pirtûkên xwe pêşkêşî serokê encumenê kir.
Hêjayî gotinê ye ku Dr. Omer li Amûdê sala 1942 ji dayik bû û di 1958 de beşdarî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû û piştre bi mebesta xwendinê sala 1962 çûbû Ewropa ,piştre bû endamê desteya damezrêner ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25