Bangewazek ji Zanîngeha Rojavayê

Wêje û Huner 07:09 PM - 2021-07-05
.

.

Zanîngeha Rojava, bi destpêka sala xwendinê ya nû re 2021-2022 ji bo xwendina Masterê di beşa BÎOTEKNOLOJÎ de, pêşwaziya xwendekaran dike.
(Xwendekarên ku ji bo masterê têne pejirandin, zanîngeh bi wan re girêbesteke fermî çêdike û li gor vê peymanê zanîngeh fonekê dide xwndekar. Piştî bidawîkirina master weke mamostayê/a zanîngeha Rojava têne erkdarkirin.)
Pejirandina xwendekaran ji bo masterê bi vî awayî ye:
-Xwendekarên xwedî bawernameya Pizîşkî, Dermansazî, Biyolojî, Taqîgeha tibî, Biyokîmya, Veterinar(Beytera) û Endazyariya çandiniyê dikarin serîldanê bikin.
-Ezmûna pisporî 50%, bawername 30% û hevdîtin 20% ye.
-Ji bo derbasbûna korsa masterê, herî kêm asta B1 ya îngilîzî pêwîst e û xwendekar heya dawiya sala yekem a master pêwîst e asta C1 ya Ingilîzî û asta 3 ya Kurdî  bi dawî bike.
-Ezmûna materyalên pisporî di dîroka 01.09.2021an de ye,
-Ezmûna diyarkirina asta îngilîzî di dîroka 15.09.2021ê de ye.
Têbînî:
-Dîroka tomarkirinê ji 20.07.2021 ta 30.07.2021.
-Cihê tomarkirinê:(Qamişlo – Hilêliyê -Rêveberiya Giştî ya Zanîngeha Rojava- Instîtuya Zanist û Teknolojiya Nûjen ).
-Ji bo agahiyên berfirehtir hun dikarin di rêya Watsê re têkiliyê deynin: 00963996384196
Belgeyên pêwîst ji tomarkirinê:
-Kopyayek ji bawernameya Zanîneghê.
-Kopyayek ji nasnameya kesayetî.

PUKmedia-Zanîngeha Rojava

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket