Kazimî digel Vatîkan civiya

Êraq 07:34 PM - 2021-07-02
Kazimî digel Vatîkan civiya

Kazimî digel Vatîkan civiya

Roja înê serokwezîrê Êraqê Mistefa Kazimî digel Papa Francis  Papa Vatikan civiya.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr di daxuyaniyekê de, ku PUKmedia kopiyek jê standiye de got ku " Kazimî ji bo pêşwaziyê spasiya papa Vatîkan kir û pesna serdana wî ji Êraqê re da, li ser yekîtiya mirovahiyê di aştî û pêkvejiyanê û sekinîna li  dijî terorê piştrast kir.

Li gorî daxuyaniyê Kazimî li ser pabendiya hikûmeta Êraqê bi mandina xiristiyanên Êraq û pêkhateyên din li ser erdê welêr wek beşek bingehîn ji civakê  piştrast kir, û hêsankirina vegera koçberan ji deverên xwe yên resen re.
 û her weha xebata ku rayedarên dêra geraqî bixwazin çalakiyên xweyên mirovî, nemaze perwerde û tenduristî çalak bikin, û hemî arîkariya ku jê re tê xwestin peyda bikin.
Kazimî diyar kir ku "Hikûmet dê dêrên kevnare yên ku ji hêla komên çete hatin wêran kirin ji nû ve ava bike, ji bilî hewildana cidî ya hikûmetê ji nû ve avakirina bajarê Ur ji ber girîngiya wê ya dîrokî,girîngiya wergirtina tedbîran û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîstji bo komên geştiyarî û olî ji bajarê Ur re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket