Bilezkirin di buyeran de ziyane ji dozê re...
Agadarî 06:55 PM - 2021-06-29Hozan Efrînî
Bilezkirin di buyeran de ziyane ji dozê re, ziyane ji aramî û aştiya civakî navxweyî re ye...
Jiyanjidestdana girtiyekî kurd bi navê ((Emîn Îsa Emîn)) di zîndana Rêvebiriya Xweser de wek tê çêrê kirin, nûçeyeke cihê dilgiranî û nerihetiyê ye. Ev nûçe pir hat livandin û bi vedengkirin û hîn jî rastiya wê buyerê ji nêzîk ve nehatiye zanîn. Bi nerîna min be, bi dil tevger nebe, bi bi raman û hizr tevger bibe û biryar piştî lêkolîn û derxistina rastiyan bê dayîn.
Lê mixabin ji vê nûçeya ne baş û ne libar û cihê xemgînî û mixabiniyê ye ku ji aliyê kê ve be û çi kes û aliyê be, ku ew tiştên ku têne belavkirin ku wî mirovî bi eşkencedanê jiyana xwe di zîndanê de ji dest da ye, eger rast be, bê guman cihê şermezarî yê ye û naye pejirandin. Lê werin bila em hinekî bêhna xwe fereh bikin û buyerê bişopînin û li benda encamê bin.
Ev buyer, çawaye an çawa bû ye an bi çi rengî dibe bila bibe, jiyana ciwanekî kurd tê de hatiye wunda kirin mixabin. Wê wek lekeyeke reş li ser rêvebiriya Xweser were jimartin, eger lêkolîneke zelal û dirust nebe. Ew rêvebirî buye omêdek ji me kurdan re em hemû piştgiriya wê rêvebiriyê li hemberî êriş û gefên DAIŞê û neyarên doza kurdî dikin û parastina wê destkeftê dikin ku yek ji destkeftên gelê kurd ê rewa li Rojavayê Kurdistanê ye. Wê rêvebiriyê rûmet û jiyana gelê me parastiye û diparêzê, wê her cihê rêz û pêzanînê be.
Ji ber wê jî, erkê xweseriyê ye ku hewil bide rastiyên wê buyerê aşkire bike û tawanbarên wê buyerê radestî dadweriyê bikin tako ew buyer wek likeyekê li ser navê xweseriyê neyê jimartin. Ew xweseriya ku bi xwîna 24 hezar law û keçkên kurd û Kurdsitanê hatiye avdan û damezrandin. Eger kesekî karekî xerap kiribê, ev naye wê wateyê ku xweseriyê encam da ye. Ev kar û buyer rojene li hemû welatan têne encamdan, lê ya herî girîng û pêwîst ew e ku rêvebriye xweser vê buyerê zû bi zû zelal bike û ew kesên ku destên xwe di buyerê de hene radestî dadweriyê bikin.
Ez bi hêvîme ku di vê warê de, aliyên peywendîdar ên Xweseriya Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkolînên cedî û pir girîng bikin û wan tawanbarên ku eger bi eşkencedanê jiyan ji dest dabe wek tê gotin, bila ew kesên ku tawan encamdane radestî dadweriyê bikin û sizaya rewa li ser bisepînin.
Em baş dizanin ku ev kar ne bi fermana xweseriyê ye, û Xweserî tiştên wiha napejirîne, ji ber ku îro xweserî dixwaze dafêra xwe di nava wealtên Ewropa û cîhanê de, bi demokratîzekirin bike tako hemû cîhan piştgiriya wê bikin û bê parastin. Lê car heye li hemû hikûmetan û welatan de, kes û teke kes tawanan encam didin, lê tiştê herî girîng ew e ku ew mijar bi bê lêkolîn û sizadana tawanbaran neye derbas kirin. Jiyana ciwanekî kurd, girîngiya civakê ye û erke li ser milê hemû aliyên siyasî û civakî ku buyerên wiha cih di nava civaka kurdî de negre û nebin.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19