"Dilê dê" Şerefê Eşîr

Wêje û Huner 02:34 PM - 2021-06-29
.

.

"Dilê dê" Şerefê Eşîr
1985, Yêrêvan
Dê çil sala hêsr barand,
hêsirê wê bûne xûn,
Dê çil sala bilind lûband,
weke lêmişt û qarxûn,
Dê çil sala kerkong wergirt,
kerkongê reş-mişot,
Dê çil sala keser rêt
kesera wê dil disot.
Dê çil sala çevnihêrî,
çevê wê rê qerimî.
Dê çil sala neseqirî,
xewa şeva lê herimî,
Dê çil sala rêwîya pirsî,
rêwîya keskî lê nepirsî,
Dê çil sala diçilmisî,
bibû li wir darik-derzî.
Dê çil sala nifira dike,
li faşîstê har û qure.
Ku hilşandiye, wêran kirîye,
ûrt, ocaxê dê û kurê.
Dê çil sala dua dike,
boy edlaya lal û dûr,
Bona dinê sax bimîne,
sewta ewled li vê dinê,
Bona tucar ji hev nebe,
destê bûkê, zevê û dê.

Helbestvan; Şerefê Eşîr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket