Hunermend Îhsan Dawud bi korona jiyan ji dest da

Agadarî 07:57 PM - 2021-06-27
Hunermendê nemir Îhsan Dawud

Hunermendê nemir Îhsan Dawud

Hunermend Rojavayê Kurdistanê Îhsan Dawud bi korona jiyan ji dest da.

Di roja şemiyê 26-6-2021`an, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hunermendê kurd yê deng xweş û sazmendeê bi tiwane "Îhsan Dawud" ji bajarê Hesekê ya Rojavayê Kuridstanê, ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê, jiyana xwe ji dest da.

Hêjayê gotinê ye ku hunermendê deng xweş nemir Îhsan Dawud birayê lêkolîner û rewşenbîrê naskirî ê Rojavayê Kurdistanê "Samî Dawud" e.

Li vir em bi navê stafê PUKmedia a kurmancî serxweş li malbata hunermend Îhsan Dawud û bi taybet kak Samî Dawud dikin û ji Xwedayê mîhreban daxwazkarin ku ev nexweşî nexweşiya herî dawî ya malbatê be û dilovaniya Xwedê lê be û cihê xwe beheşt be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket