Daxwazên serbestberdana girtiyên li Hewlêrê

Kurdistan 12:25 PM - 2021-06-24
Daxwazên serbestberdana girtiyên li Hewlêrê

Daxwazên serbestberdana girtiyên li Hewlêrê

Li ser medyaya civakî kampînek hate destpêkirin û tê de tê xwestin ku nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê serbest werin berdan.

Nûnera rêveberiya Xweser a rojavayê Kurdistanê li herêma Kurdistanê Nûrşan Hisên ji PUKmedia`yê re ragihand: Çarenûsa nûnerê rêveberiya xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat Mustefa Xelîl û Mistefa Ezîz piştî girtina wan di dema diçûn balafirxaneya Hewlêrê de ne diyare , banga serbestberdana wan tê kirin.
 Malbatên girtiyan seredana çend deverên herêma Kurdistanê kirin, lê ne gihîştin ti çarenivîsê piştrast kir ku heya niha rêveberiya xweser sedema girtina wan kesan nizane ,wan li gor qanûnê tevger dikirin.
Derbarê kampîna ku hatiye dest pê kirin Hisên tekez kir ku ew ne berpirsyarê wê yekê ne ,lê çalakvanên tora civakî ew kampîn dane dest pê kirin da ku ew serbest bêne berdan. Partiyên Kurd li Sûriyê girtina wan nûneran şermezar kirin daxwaza serbestberdanê kirin.

Partiyan di kongireya rojnamevanî de gotin: Ew ji cîhê Cîhad Hesen, nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê, û endamên têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat, Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz ne agahdar in, piştî ku ew hatin girtin dema ku diçûn Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket