Lahur Şêx Cengî; Hevpeymana Kurdistan bihêzkirina cihê kurd e


22/6/2021 19:35:00
Çapkirin
     .

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî ji şanda Amerîkî re got; Hevpeymana Kurdistan ji bo bihêzkirina cihê kurdan li Êraqê.

Îro roja sêşemê22-6-2021`an,  hevserok Lahur Şêx Cengî pêşwazî li balyozê Amerîka li Êraqê Matyo Tolr konsilgerê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Rob Aler û şandeya bi wan re kir.

Her weha di wê civîna du qolî de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî û ewlehiyê û aboriyê li Êraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di civînê de, her du alî li ser aramkirina siyasî û ewlehiyê di Herêma Kurdistanê de û derbarê lîsteya Hevpeymana Kurdistanê ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Tevgera Goranê de pêkhatiye de ku ew pêngav ji bo yekrêzî û bihêzkirina hebûna kurdan li Êraqê ye.

Derbarê pêşmerge û yekbûna wan de, hevserok Lahur Şêx Cengî aşkire kir ku  yekbûn wê li ser bingeha yeksanî û hevsengiya hêzan be ku girêdayî bi navend û serkirdeyetî ûperwerde û maşiq û bi çekbûnkirin û zemînxweşkirina hêzên pêşmerge tako Herêma Kurdistanê bibe xwedan hêzeke sîstemîk û bihêz û nîştimanî be.

PUKmedia-Taybet


 

Haştega pişgiriya Xweseriyê 8`mîn li cîhanê de ye


Li gorî çalakvanên sivîl ên kurd ku Haştega pişgiriya Xweseriyê 8`mîn li cîhanê de ye.

Niha haştag ya ku duh hêvarî ji ali...


»  Haştag ji bo danpêdana Rojavayê Kurdistanê
»   Keçkeke Efrînî xelata Diyanayê wergirt
 

Encûmena Penaberên Kurd - Sûriya li Silêmaniyê Dr. Omar Şêxmûs rûmet kir


Şandek ji Encûmena Penaberên Kurd - Sûriya li Silêmanî û Helebçe, bi serokatiya serokê Encûmenê Hozan Efr&icir...


»  Hevdîtineke girîng bi Kobanî re
»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan

Karîkator