Hevpaymana Kurdistanê pêngaveke pîroz e

Nêrîn 05:24 PM - 2021-06-22
.

.

Ez ji dil wek rojnamevan û nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê pêngava ragihandina Hevpeymana Kurdistanê bi pêngaveke girîng û pîroz dinirxîn im. Ji ber ku ev yek, awaat û hêviya hemû kurdekî li Kurdistan û li cîhanê ye.

Rêkeftina û wajokrina herdu aliyên kurdî ango Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê û Tevgera Goran wek hatiye naskirin ku ew berhema civîna dîrokî a ku li navçeya Debaşanê ya di navbera rewanşad serok Mam Celal û rewanşad Kak Newşîrwan de pêkhatibû.

Ev pêngava ku di roja yekşemê 20-6-2021`an de, ku li paytexta Çanda kurdî bajarê Silêmaniyê bi rêûfermiyekê dêrokî wajokirina rêkeftina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Tevgera Goranê pêkhat, ew pêngava mezin ji aliyê gelek kes û alî û rewşenbîr û ronakbîr û ramyarvan û dost û alîgirên herdu aliyên Kurdî bi baş û nirxdar hat nirxandin û kêfxweşiya xwe dane nîşandan û ew karê mezin ji dil pîroz kirin.

Wek tê zanîn ku ev rêkeftin û morkirina wê, ji serdema civîna dîrokî a Dabeşanê ku di navbera rewanşad Mam Celal û rewanşad Kak Newşçrwan de bû ku îro jî ew berhem hate holê û bû bi pêngaveke dîrokî di xizmeta gelê kurd e dibe.

Ji ber wê yekê jî , herdu hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di wê merasîmê de, civîna Debaşanê anîn ser ziman ku ev rêkeftina jî, heman rêkeftine û berdewamiya wê ye û wê her tişt li gorî wê rêkeftina Debaşanê be.

Di wêbarê de, ji bo rastî û girîngiya wê pêngavê ku ji aliyê herdu naliyan ve pêkhatiye, Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî jî di wê merasîmê de nerîna xwe bi wê awayî anî ser ziman û ragihand; Rêkeftina YNK-Goran dirêjpêderiya projeya Mam Celal û Newşîrwan e.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî di roja yekşemê 20-6-2021`an de, di rêûfermiya îmzekirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de û di bin navê ((Hevpeymana Kurdistanê)) de, ragihand ku ev rêkeftin ne li dijî ti kes û aliyan e, ew ji bo yekîtiya rêzên gelê Kurdistan ê ye.

Ev gotin û nerîna pir girîng û cihê rêz û pêzanînê ji bo pêeroja gelê kurd û Kurdistanê pir nirxdar û bi berheme, em bi hêvî ne ku ev pêngav ji aliyê hemû aliyên siyasî kurdî ve bête avêtin, tako yekrêziya kurd ji xewin bibe rastî.

Lê Tevgera Goran jî tiştekî pir hêja anî ser ziman û bi taybetî Rêkxerê giştî yê Tevgera Goranê (Omer Seyid Elî) ku di  gotareke xwe de ku pêşkêşî wê rêûfermiyetê kir û tê de wiha ragiahnd: Hevpeymanya Kuridstran di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Tevgera Goran ê de pêkhatiye ku berhema zincîriyeyên ji kombûn û civînên jihevnaskirinê ku di navbera herdu aliyan de birêve çûne ye.

Ez bi xwe ji helwestên rêkxerê giştî yê Goranê bar im ku wê vê hevpeymanê bikin karekî xizmetkar ji bo gelê kurd û wek ew dibêje ku ev pêngava niha pêngaveke ji zincîreyên kombûn û civînên herdu aliyan ji bo jihevnaskirin û têghîştinê bû û îro jî ew rastî derket holê.

Her weha di heman barê de, hevserokê  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî jî di gotara xwe ya di rêûfermiya wajokirina rêkeftina YNK-Goranê de, aşkire kir; Ez dixwazim ji yekrêziyê dirûşmê bo kirdariyê veghurim, evê îro em dibînin ku di navbera  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Tevgera Goranê de yek ji karên me ye.

Ev tê wê wateyê ku ev kar û pêngav yek ji berhemên kongreya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye. Ku ew kongre êdî hêdî hêdî dest bi meşa li ser şopa rêbaza serok Mam Celal di warên kirdarî pêngav davêjin û sozên xwe ên ku di dawiya kongireyê de dane bicih dikin.

Her di heman gotarê de, hevserok Lahur dibêje; Bi vê pêngavê, me îro dikanî beşeke pir ji gelê xwe komî ser hev bikin ku ev jî berhema wê soza ku me dabû bi gelê xwe li ser rêkeftina Mam Celal û Kak Newşîrwan bû.

Ev soza ku hevserok Lahur Şêx Cengî çêrê dike, ew bû ku di dema hilbijartina wan wek hevserokê YNKê piştî encamnameya dengdana kongireya 4ê bû.

Hevserok Lahur di dirêjahiya axiftinên xwe di wê merasîmê de, aşkire kir ku em siyasetê ji bo xizmetkirina gel û welatê me dikin û em soz didin ku emê herdem berevaniyê li doza gelê xwe a rewa bikin û emê welat ber bi pêşv e bibin û hevpeymaniya Kuridstanê wek bilîlka çavên xwe emê biparêzin.

Di encama gotara her sê kesayetiyên bi bandor di nava YNKê û Tevgera Goranê de, mirov dikane nîşaneyekê ji xwe re bi bingeh wergire ku yekrêzî û hevpeymanî ji bo xizmekirina doza gel û parastina destkeftian, karekî pir pîroz û ne bi gotin û dirûşman e, lê ew bi kar û xebat û kirdarî yê ye.

Ji ber wê yekê, ez jî wek rojnamevan û nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê ji dil, vê pêngava mezin û girîng pîroz dikim.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket