Qubad Talebanî destpêkirina xebata pirojeya jimareya kesane ragihand

Kurdistan 10:56 AM - 2021-06-22
Qubad Talebanî destpêkirina xebata pirojeya jimareya kesane ragihand

Qubad Talebanî destpêkirina xebata pirojeya jimareya kesane ragihand

Cîgirê Serok Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî destpêkirina xebata sazkirina pergala jimare ya kesane ya yekgirtî jibo karmendan ragihand.

Qubad Talabanî di daxuyaniyekê de bo rojnameya Rojhilata Navîn ya Londiniyê gotibû û îro Sêşemê hate weşandin, ku hikûmetê dest bi kar kiriye ji bo sazkirina pergala jimareya kesane ya yekgirtî jibo karmendan, û di qonaxa yekem de ji her karmendî dê jimareyek were dînandinmdestnîşan kir ku ev piroje beşek ji bernameya hikûmetê ye .
Talebanî lêzêde kir ku hikûmeta Herêmê dê di demek kurt de bêtirî 450 hezar hejmarên kesane jibo karmendên hikûmetê derxe û wê ligor vî sîstemê kar bike, ev gav di çarçoveya pirojeya me ya di jimarkirina hikûmetê de hatiye bi armanca  hêsankirin û pêşxistina xizmetguzeriyyên ji welatiyan re û pêşîlêgirtin li pêveçoyên gendeliya darayî û rêveberî hatiye, aşkire kir ku piroje wê berfirehtir bibe ji bo hemû karmendên Herêmê.
Hêjay gotinê ye ku pirojeya jimareke kesane ya yekgirtî li Herêmê pergaleke ku li ser bingeha dayîna her karmendeke hikûmî jimareyeke kesane taybet bi wî kesî ku bi rêya wê nasnameya wî zelal dibe û ji pirsgirêka wekhavî û lihevhatina navan jî dûr dikeve. Ev yek piştî sîstema Peyometrî li Herêmê hatiye.
Derbarê girîngiya pirojeyê talebanî got li gor pergalên federalî Herêm nikare siyasetên diravî destnîşan bike lê girêdayî siyaseta diravî ye ku ji hêla hikûmeta Federal ve hatî biryardan, û ev proje  alîkariya Herêmê bike ku birêvebirina pêvajoya diravî baştir bikin, ku Pirsgirêkên di navbera rêveberiya herêmê û hikûmeta Federal de li Bexda kêm dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket