Rêkeftina YNKê û Goran berhema civîna Dabeşanê bû
YNK 01:54 PM - 2021-06-21.
Rêkeftina herdu aliyên kurdî YNKê û Goran berhema civîna Dabeşanê ya Mam Celal û Kak Newşîrwan bû.
Piştî ku duh roja yekşemê 20-6-2021`an li bajarê Silêmaniyê, merasîma wajokirina rêkeftina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Tevgera Goranê pêkhatiye, gelek alî û rewşenbîr û dost û alîgirên herdu aliyên Kurdî kêfxweşiya xwe dane nîşandan û pîroz kirin.
Wek tê zanîn ku ev rêkeftin û morkirina wê, ji serdema civîna dîrokî a Dabeşanê ku di navbera rewanşad Mam Celal û rewanşad Kak Newşçrwan de bû ku îro jî ew berhem hate holê û bû bi pêngaveke dîrokî di xizmeta gelê kurd e dibe.
Ji ber wê yekê jî , herdu hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di wê merasîmê de, civîna Debaşanê anîn ser ziman ku ev rêkeftina jî, heman rêkeftine û berdewamiya wê ye û wê her tişt li gorî wê rêkeftina Debaşanê be.
Her di wê merasîma wajokrina rêkeftina herdu aliyan rêkxerê giştî yê Tevgera Goranê Omerî Seyid Elî aşkire kir ku ev rêkeftina wê bibe cihê xêr û xweşî ji bo gelê me û wê nav mala kurdî bihêztir bike.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî roja yekşemê di merasîma îmzekirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de û di bin navê Hevpeymaniya Kurdistanê de, ragihand ku ev rêkeftin ne li dijî ti kes û aliyan e, ew ji bo yekîtiya rêzên gelê Kurdistan ê ye.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî di dirêjahiya axiftinên xwe di wê merasîmê de, aşkire kir ku em siyasetê ji bo xizmetkirina gel û welatê me dikin û em soz didin ku emê herdem berevaniyê li doza gelê xwe a rewa bikin û emê welat ber bi pêşv e bibin û hevpeymaniya Kuridstanê wek bilîlka çavên xwe emê biparêzin.
Rêkeftina YNKê û Goran hat wajo kirin
Roja yekşemê 20-6-2021`an li bajarê Silêmaniyê, civîna îmzekirina rêkevtina YNKê û Goranê birêve çû.
Her di wê merasîma hevpeymaniya Kurdistan de, ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Tevgera Goran de pêkhatiye û hatiye morkirin û wajokirin, di destpêka wê mersîmê de, Rêkxerê giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî gotarek pêşkêş kir û ragiahnd: Hevpeymanya Kuridstran di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Tevgera Goran ê de pêkhatiye ku berhema zincîriyeyên ji kombûn û civînên jihevnaskirinê ku di navbera herdu aliyan de birêve çûne ye.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî jî di wê merasîmê de ragihand; Rêkeftina YNK-Goran dirêjpêderiya projeya Mam Celal û Newşîrwan e.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî îro roja yekşemê di merasîma îmzekirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de û di bin navê Hevpeymaniya Kurdistanê de, ragihand ku ev rêkeftin ne li dijî ti kes û aliyan e, ew ji bo yekîtiya rêzên gelê Kurdistan ê ye.
Her weha di daxuyaniya xwe ya di heyama wê merasîma wajokirina rêkeftina du alî YNKê û Goran de, Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî wiha ragiahnd; Rêkeftina YNK-Goran dirêjpêderiya projeya Mam Celal û Newşîrwan e û ji bo yekîtiya rêzên gelê kurd û Kurdistanê ye û ne li dijî ti aliyan e..
Talebanî aşkire kir ku ew careke din soz didin ku wê ti carî birayên xwe ji Tevgera Goranê bi tenê nehêlin û bi riya wajokirina vê rêkeftina di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Tevgera Goranê de, ev dirêjpêderiya proje û bernameya serok Mam Celkal û Kak Newşîrwan e.PUKmedi
Her weha hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî di gotara xwe ya di merasîma wajokirina rêkeftina YNK-Goranê de aşkire kir ku Ez dixwazim ji yekrêziyê dirûşmê bo kirdar veghurim, evê îro em dibînin ku di navbera YNKê û Goranê de yek ji karên me ye.
Hevserok Lahur dibêje bi vê pêngavê me îro dikanî beşeke pir ji gelê xwe komî ser hev bikin ku ev jî berhema wê soza ku me dabû bi gelê xwe li ser rêkeftina Mam Celal û Kak Newşîrwan bû.
Hevserok Lahur di dirêjahiya axiftinên xwe di wê merasîmê de, aşkire kir ku em siyasetê ji bo xizmetkirina gel û welatê me dikin û em soz didin ku emê herdem berevaniyê li doza gelê xwe a rewa bikin û emê welat ber bi pêşv e bibin û hevpeymaniya Kuridstanê wek bilîlka çavên xwe emê biparêzin.
Hûn dikanin li vir temaşeyî vidyo bikin..
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23