Hevserok Lahur; Emê hevpaymana Kurdistanê biparêzin

Agadarî 08:04 PM - 2021-06-20
Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî

Îro roja yekşemê 20-6-2021`an li bajarê Silêmaniyê, civîna îmzekirina rêkevtina du alî ya di navbera YNKê û Goranê birêve çû.

Her weha di wê merasîma berhemdar û pîroz de, ya ji bo wajokirina rêkeftina YNK-Goranê,  hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî di gotara xwe aşkire kir ku Ez dixwazim ji yekrêziyê dirûşmê bo kirdar veghurim, evê îro em dibînin ku di navbera YNKê û Goranê de yek ji karên me ye.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî  dibêje bi vê pêngavê me îro dikanî beşeke pir ji gelê xwe komî ser hev bikin ku ev jî berhema wê soza ku me dabû bi gelê xwe li ser rêkeftina Mam Celal û Kak Newşîrwan bû.

Hevserok Lahur di dirêjahiya axiftinên xwe di wê merasîmê de, aşkire kir ku em siyasetê ji bo xizmetkirina gel û welatê me dikin û em soz didin ku emê herdem berevaniyê li doza gelê xwe a rewa bikin û emê welat ber bi pêşv e bibin û hevpeymaniya Kuridstanê wek bilîlka çavên xwe emê biparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket