Hilbijartinên Êranê dest pê kirin

Cîhan 11:32 AM - 2021-06-18
Hilbijartinên Êranê dest pê kirin

Hilbijartinên Êranê dest pê kirin

Navendên dengdanê li komara Êranê îro di demjimêr 7 sibê de li pêşiya zêdetir ji 59 mîlyon kesên Êranî ku mafên dengdanê hene hate vekirin, her wiha hilbijartinên dewreya 6 ya Encûmenên îslamî li şaredarî û gindan û û hilbijartinên temamkirinê yê encûmena pisporên serkirde jî birêve diçe.

Ji bo posta serokkomariyê 4 namzet pêşbaziyê dikin ,Serokê Dadê Ibrahîm Raîsî, Sekreterê ecûmena teşxîsê bercewendiya sîstem Muhsin Redaî û Alîkarê Serokê encûmena Şora Emîr Hisên Qadî Zede Haşimî û parirzgarê bankanavendî Ebdul Nasir Hemtî.
Serokê komisyona Hilbijartinên Êranê Cemal Eref di wexteke berê de gotibû" li gor agahdariyên malpera elektironî 37% heya 47% ji welatiyann wê di hilbijartinan de beşdar bin û mafê 59 mîlyon kes heye ku deng bidin.
Her 4 sala li Êranê hilbijartina serokatiyê carekê tê kirin û mafê serokê Êranê heye ku xwe namzed   bike lê tenê carekê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket