Bafil Talebanî: Em piştgiriyê didin pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

YNK 11:47 AM - 2021-06-17
Bafil Talebanî: Em piştgiriyê didin pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Bafil Talebanî: Em piştgiriyê didin pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî pêşwazî li cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê li Sûriyê û Êraqê Bill Rigaard û şanda vêre kir.

Di civînê de her du aliyan li ser pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina tiwaneyên leşkerî, nexşeya rûbirûbûna şaneyên rêxistina terorîst, rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û Êraqê û encamên civînên şandeya YNK di gela serokayatî û aliyên siyasî  û balyozên li Bexdadê gotûbêj bikin.
Hevserok li ser girîngiya hewlên yekkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û piştgirî û amadebûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina pêngavên yekkirina yekîneyên Pêşmerge, got: Yekîtiya Nîştimanî dilxwaze di vê pêvajoya girîng û welatparêzî de hêzeke hişk û bihêz li gorî bingehên neteweyî damezrîne pêdivî bi hevpeymaniyê heye ji bo perwerdekirin û dabînkirina pêdiviyên leşkerî .
Derbarê valahiya ewlehiyê li hin navçeyên Êraq û Sûriyê û tevgerên şaneyên rêxistina terorîst, Bafil Talebanî tekez kir li ser pêdivîbûna guhertina pilanan û berfirekirina hevkariyê ji bo dûrxistina metirsiya terorê ji herêman kir, bi destpêkirina stratejiyek nû ji bo rûbirûbûna bermahiyên DAÎŞê .
Di aliyeke din ji hevdîtinê, herdu aliyan behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Êraqê kir, ku tê de Bafil ronî da ser encamên civînên xwe digel serokatî, hêz û aliyên siyasî û dîplomasî li Êraqê û tekez kir ku wê bi rêya diyelogê li gor bercewendiyên gel bilive.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket