Dr. Welîd Şêxo; Tirkiye 300 hezar Efrînî koçber kir û jêrxan jî wêran kir
Cînosayd 03:12 PM - 2021-06-15Siyasetmedar û akadîmekarê kurd Dr. Welîd Şêxo
Di daxuyaniyeke xwe ya ji bo kenalên ragihandinê de ku li ber avahiya Natoyê kombûneke nerazîbûnê encam dabûn, Siyasetmedar û akadîmekarê kurd Dr. Welîd Şêxo dibêje; "Tirkiyê di sala 2018`an de bêhtir ji 300 hezar kurd ji Efrênê derxist û koçber kir û jêrxan jî wêran kir."
Her di wê barê de, siyasetmeddarê kurd ê Efrînî Dr. Welîd Şêxo daxuyaniyeke taybet ji bo PUKmedia`yê jî da û ragiahnd; "Piştî dagîrkirina Tirkiyê di sala 2018`an de Efrîna Kurdî ku di encamê de, bêhtir ji 300 hezar kes ji kurdên herêma Efrînê bi darê zorê koçber kirin û jêrxan jî wêran kirin û herêm radestî komên çekdar ên xwedî ramanên îslamîk ên tundrew ji DAIŞ û Eniya Nusre û rêxistinên ku di rênamyên terorê cîhanî de ne kir."
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, siyasetmedarê kurd Şêxo amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê ji deverên cuda cuda ên Sûriye welatiyan tîne Efrînê û nîştecih dike tako projeya guhertina demografîk pêkbîne û ew jî wê di pêşerojê de, milmilaniyekî netewî di navbera Kurd û Ereban de saz bike.
Her weha di beşek ji daxuyaniya xwe de, Dr. Welîd Şêxo wiha anî ser ziman; "Tirkiye bi riya wan rêxistinên terorîstî, rojene dest bi kiryarên binpêkirinê li Efrînê dike ku ew tawan di asta tawanên cengê bi derheqê gelê kurd tê kirin. Ji kuştin û revandin û sepandina bacan û şewtandina daristanan û dizîna kevnarşopan û sepandina ola çslamî û vekirina dibistanên ramanên tundrew di nava xelkên herêmê de."
Di heman daxuyaniyê PUKmedia`yê de, siyasetmedar kurd aşkire kir ku cîhan tev dizane ku Tirkiye êdî gelê kurd û hebûna wê dike armanca xwe di Rojhilata Navîn de. Bi vê rengî ew gefeke li ser tevahiya vê gelê aştîxwaz(Gelê kurd).
Di dawiya axiftina xwe de, Dr. Welîd Şêxo wiha pê de çû û got; "Ji ber wê jî, êdî pir girînge ku civaka navnetewî ji bo bi dawîkirina dagîrkeriya Tirkiyê li Efrînê tevbigere û bilez bike û Efrînê têke jêr parastina navnetewî û hewil bide bo vegerandina koçberên Efrînê bi ax û gundwarên xwe û peydakirina aştî û aramî di navçeyê de."
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24