Kesên berhemdar hîn di jiyanê de ne xelat bikin

Rêportaj‌‌ 07:34 PM - 2021-06-13
.

.

Mamoste Omer Şêxmûs yek ji siyasetvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanî ku bi rengê Kurdistanî bi bê hember xizmet û xebat i doza gelê xwe re kirî .
Rêzdar mamoste Omar Sheikhmous ez ji 2007’an ve ji nêzîk ve naskir û em gelek caran bi hev re rûniştin û 2 caran jî bi wî û xanima wî ku yekemîn pêşmergê jin ên biyanî bû nemir Agneta ya ku beriya serê sala 2020’an koça dawî kiriye re jî rûniştim.

Ji aliyê siyastkirin û dîplomasiyet û karên ragihanidinê mamoste Omer kesekî pir sûd bexiş e û serxistin û parastina destkeft û rewabûna doza kurdî li cem mamoste tiştê herî sereke û bê wêne ye..

Min 2 caran di sala 2009’an de hevpeyvînên rojnamegeriyê pê re encasm debû, di sala 2019’an de jî bi boneya koça dawî ya mamoste Abulhemîd Derwîş jî min ew vexwend bo bernameya ji Rojavayê ya radyoya DGKê jî, û bi spasdarî vexwendina me pejirand û dikanî mafê babetê bi awayekî pir jêhat û lêzaqn bidiyê.

Peyama min derbarê koça dawî ya hevjîna mamoste Omer Şêxmûs ...

Jina pêşmerge û şoreşger Agneta Barbro Elisabeth bi yekcarî ji nav vê dinê bar kir.

Mxabin iji nûçeya koça dawî ya xanima dostyara gelê kurd û piştîvana pir bihêz ku wek yekemîn pêşmergeya biyanî di nava rêzên parêzvanên doza kurd de li çiyayên Kurdistanê tevdigerî  xanim(Agneta Barbro Elisabethe) hevjîna siyasetvanê dêrîn û ronakbîrê gelê kurd ê naskirî mamoste Omer Şêxmûs re.
Ez bi vê boneya xemgîn germtirîn serxweşî û behîname arasteya mamoste rêzadr Omer dikim û bi mamoste re xembariyê parve dikin.


Ji bo tevahiya rewşenbír û çalakvanên kurd û bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê nirxê kesayetiyên xwe ên berhemder hîn di jiyanê de ne bizanibin

Radyoya Siwêdê a bi kurdî jî berhemk ji berhemên mamoste Omer Şêxmûs encam de..

Bi vê rengê li xwe rê derbarê kesayetiya Omer Şêxmûs de bername hatiye amadekirin û pêşkêş kirin.

Omar Şêxmûs - Yek ji kurdên pêşî ku hatî Swêdê


Omar Şêxmûs ji sala 1967ê ve li Swêdê ye. Di vê hevpeyvînê de ew behsa hin bîranîn û serpêhatiyên xwe yên li Swêdê dike.

Omar Şêxmûs di sala 1942ê de li Rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê hatiye dinyayê û di sala 67ê de ew hatiye Swêdê. Sheikhmous, ku yek ji avakerên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan e, li Zanîngeha Stockholmê mamostetî kiriye, demekê ew berpirsê pişka kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka bû, çendîn kitêb û lêkolînên wî li ser pirsa kurd, Rojhilata Navîn û islamê hatine çapkirin.

Ev hevpeyvîn xelekek ji projeya Radyoya Swêdê ya bi navê ”Jiyana min a li Swêdê” ye. Mêvanê vê xelekê Omar Şêxmûs (Sheikhmous) e.

Di roja  29 januari 2020 kl 08.00 di radyoya Swêdê de hatiye weaşndin.

Hûn dikanin li vê linkê hevdîtinên bi mamoste Omer re bişopînin...

Hêjayî gotinê ye ku xanima şoreşger û kurdyar Agneta Barbro Elisabeth ku di wê barê de, berpirsê mekteba Ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kak Rehber Seyid Îbrahîm dibêje; Xanim  Agneta Barbro Elisabeth di sala 1981`an de wek yekemîn pêşmergê biyanî peywendî bi rêzên hêzên pêşmergê Kurdistanê ve kiriye û  bi navê Xwîşka Tara hatiye bi navkirin û çekê şeref û kurdeyetiyê û pêşmergeyetiyê hilgirtiye û sengerên kurdeyetiyê diparast ku di demekê de bû ew xanim ji malbateke Erustqirat ê Swêdê bû ku yekemîn pêşmergeyê biyanî bû.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket