Zanîngeha Koyê bawernameya diktora pêşkêş bi Omer Şêxmûs dike

Wêje û Huner 05:42 PM - 2021-06-13
.

.

Profesor û diktor û mamosteyên Zanîngeha Koyê 2 destpêşxeriyeke baş û dîrokî encam dane.

Ew destpêşxeriya dîrokî ew bû ku yekem car bawrnameya diktora pêşkêş bi rewan şad serok Mam Celal kirin ku ew gelek rast û pêngaveke baş bû û destpêşxeriyeke dîrokî bû. Her weha destpêşxeriya duyem a dîrokî ew e ku bawernameya diktora wê pêşkêş bi endamê damezrêner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê siyastmedarê Rojavayê Kurdistanê mamoste Omer Şêx Mûs bê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku mamoste û Dr. Omer Şêxmûs yek ji siyasetvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanî ku bi rengê Kurdistanî bi bê hember xizmet û xebat kirî û tekoşîneke dîrokî di biwarên cuda cuda de ji bo parstina maf û azadiyên gelê kurd û doza wê ji ciwaniya xwe û heya niha jî dirêjpêder e.

Rêzdar mamoste Omar Sheikhmous kesayetiyekî naskirî ye. Wek tê zanîn jî xanima wî  ku nemir Agneta ya ku beriya serê sala 2020’an koça dawî kiriye yekemîn pêşmergê jin ên biyanî li çiyayên Kurdistanê di nava xebata kurdeytiyê de bû. Ji aliyê siyastkirin û dîplomasiyet û karên ragihanidinê û zanîngehan ve, mamoste Omer kesekî pir sûd bexiş tê nas kirin.

Ew bi xwe endamê damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û yekemîn hevalê rewanşad Mam Celal ji nav kurdên Rojavayê Kurdistanê ye û gelek caran serdsana Herêma Kurdistanê kiriye û niha li Siwêsdê dijî, lê wê ji bo wergirtina bawernameya diktorayê ji zanîngeha Koyê, wê di 22 vê mehê de, careke din serdana Herêma Kuridstanê û bi taybet Silêmanî û Koyê bike.

Em jî wek stafa PUKmedia`yê ji bo siyasetmedarê Kurdistanî mamoste Omar Sheikhmous dibêjin pîroz be û hûn hêjayî wê xelatê ne.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket