Parlementerk; Ew cihê pêşmerge lê şehîdbûne ji aliyê Tirkiyê dagîrkirî ye

Cînosayd‌‌ 07:41 PM - 2021-06-11
.

.

Parlementerk ku bi şandeya serdana sînor re bû wiha got; Ew cihê pêşmerge lê şehîdbûne ji aliyê Tirkiyê dagîrkirî ye.

Endameke parlemana Kurdistanê ku li gel şandeyekê serdana navçeyên sînorê Duhok û Bakurê Kurdistanê kiriye dibêje ku artêşa Tirkiyê bi tevayî li nav navîeya Herêma Kurdistanê de ye û sengerên pêşmerge jê ve nêzîk in û ew navçeyên ku tê de pêşmerge hatine şehîdkirin di bin kontirola artêşa Tirkiyê de ne li zincîreya çiyayê Metîna ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin. û ew navçeyên ku dar tê de hatine birîn, tev ser bi cihên dagîrkiriî ne.

Şino Eşqî ku endama parlemanê bû û li gel şandeya gera sînor bû ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku  artêşa Tirkiyê ew navçeyên ber sîno ku ên Herêma Kurdistanê ne tevahî dagîr kiriye ku ji sengerên hêzên pêşmerge ve nêzîkin û bi awayekî ku di navbera sengerên pêşmerge û artêşa Tirkiyê de gunê tê de ne. Her weha ew welatiyên kurd ku di wan gundan de mane, dibêjin ku eger ew şehîd jî bibin ew gund û warên xwe bernadin.

Di barê serdana ew cihên ku tê de pêşmerge şehîdbûne de, ji PUKmedia`yê re got; Ew cihên ku pêşmerge tê de şehîdbûne ew zincîre çiyayê Metîna bi tevahî ketine jêr dagîrkirina artêşa Tirkiyê û nehatiye aşkire kirin ku ew pêşmerge çawa şehîd bûne ji ber ku sengerên pêşmerge li hemberî sengerên pêşmerge ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket