7 sal bi ser kontrolkirina DAÎŞ ji Musil de derbas bû


10/6/2021 09:47:00
Çapkirin
     7 sal bi ser kontrolkirina DAÎŞ ji Musil de derbas bû

Îro 10 Hizêranê 10 sal bi ser dagirkirina Musilê ji aliya rêxistina DAÎŞê ve derbas dibin, ku rêberê rêxistinê Ebu Bekir bexdadê kontrola xwe ji hemû bajêr re ragihand , li gorî derbasbûna 7 salan ji wê bûyerê heta niha li navçeyên Êraq bi taybet navçeyên ku valahiya ewlekariyê tê de liv û tevgera çeteyên DAÎŞê zêde bûne êrîşan lidijî pêşmerge û artêşa Êraqê pêk tînin.

Di 10 Hizêran de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê baregeh û avahiyên xwe çol kirin û beşeke mezin ji nûşteciyan ji malên xwe bi cih hêştin û ji bajêr derketin ber bi Hewlêr û Silêmanî ve koçber bûn.
Wezareta derve ya Amerîka di heyama peyamekê de ragihand ku bi hevhengiya digel hikûmeta Êraqê piştevaniya xwe ragihand û daxwaz ji Herêmê kir ku di vê qonaxê de piştevaniya Êraqê bike, wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku ev kiryarên ku DAÎŞê li Musil dike hemen tiştî ku li Sûriyê dikir e û tekez kir ku ew dê hemû hewldanên çeteyan bi têkbirina aramiya navçeyê têk bibin.
Firksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di heyama peyamekê de bang li serokatiya Parlemana Kurdistanê kir ku pêwîste hêzên pêşmerge biçin navçeyên dabrênreweken , ev naveroka peyamê ye:  " Rewşa navçeyên Kurdistanê li dervayî Herêmê ne liheve êrîşa terorîstan û nebûna vîna serbazî û ewlehî bo parastina xak û gelê van navçeyan metirsiyê çêdike , Yekîtî ji Parlementarê daxwaz kir ku hêzên pêşmerge bişîne  navçeyên Seîde û Celewle û Doz Mexmor ji bo parastina welatiyan .
Derbarê wê yekê jî Silêmaniyê çend biryar der kir ku divê alîkarî ji her welatiyeke ku ji Êraqê ji dest DAÎŞê reviye were kirin û hemû alav û hêz ji bo piştevaniyê di amadebaşiyê kevin.

PUKmedia taybet


 

Almanya; Xwendekareke Efrînî pileya neyab bi dest xist


Li welatê Almanyayê, Xwendekareke kurd a Efrînî pileya neyab di xwendina bakeloriyayê de bi dest xist.

Keçka kurd a Efrînî di dibistan&ec...


»  Dr. Kemal Sîdo rexne li Natoyê girt
»  Robîn Reşvan; Kurd bû ye navekî mezin
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne
 

Kesên berhemdar hîn di jiyanê de ne xelat bikin


Mamoste Omer Şêxmûs yek ji siyasetvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanî ku bi rengê Kurdistanî bi bê hember xizmet û xebat i doza gelê ...


»  Vejîna YNKê berî 46 salan di dîroka gelê Kurd de gavek pîroz bû
»  Helwestên li barê girtina rojnamevanên Behdînanê bilindtir dibin

Karîkator