Talebanî digel Ebadî rewşa siyasî û ewlehî gotûbêj dike

YNK 08:53 AM - 2021-06-10
Talebanî digel Ebadî rewşa siyasî û ewlehî gotûbêj dike

Talebanî digel Ebadî rewşa siyasî û ewlehî gotûbêj dike

Di çarçova serdana xwe ya ji paytext Bexdadê de, hevserokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî digel serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî civiya, li ser rewşa siyasî û ewlehî gotûbêj kirin û helwestên xwe ji bo hilbijartinan şirove kirin.

Bafil Talebanî tekez kir ku pêdivî ye pirsgirêkên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê û hêzên Kurd û Êraqî de bi rengek siyasî û aştiyane bêne çareser kirin, û diyar kir ku Yekîtiya Niştimanî dilxwaze li hevtêgihiştina di navbera hêzên bibandor, ji ber ku di hemî pirsgirêkan de baweriya me bi lihevkirin û diyalogê heye û em dikarin bi riya diyalog û bingehên destûrî lihev bikin û pirsgirêkan derbas bikin. Pêdivî ye ku em welêt ji nekokiyên xelas bikin û nehêl bin ku gel qurbana wê nekokiyan be.
Derbarê hilbijartinên bê de jî Talebanî helwêsta Yekîtî nîşan da û got divê ku hilbijartin di demê xwe de dûr ji gendeliyê û bi awayeke zelal pêk were û divê şopînerên navneteweyî xwedî rol bin.
Di civînê de hevserok bi eşkere behsê metirsiyê rastî yên li ser piroseya siyasî ya li herêma Kurdistan û Êraqê kir, û diyar kir ku YNK bi hemû şêwazan li dijî her hewlekê jibo têkdana aramiya siyasî, ewlehî, û aramiya aborî ya deverê ye û ev diyar dike ku xema me ya sereke ewe em ber bi Çareserkirina pirsgirêkan ve biçin û baweriya di navbera hêz, partî, û hemî netew û pêkhateyan de ji nû ve ava bikin.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket