Panorameyek ji gera Bexdadê yê hevserok Bafil Talebanî

Agadarî 06:37 PM - 2021-06-09
.

.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel şandeke payebilind serdana Bexdadê kir û gelek hevdîtinên siyasî û dîplomasî encam da û pêşhatên nûh û rewşa ewlehî û swiyasî û aborî û hilbijartinên pêşwext ê li Êraqê û bemayên DAIŞê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de tev mijar û rojevên wê serdanê bû.

Bafil Talebanî digel Heyder Ebadî civiya

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî li Bexdadê hevdîtin li gel serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî kir .

Îro di demeke berê de jî Talebanî hevdîtin digel serokwezîrê berê yê Êraqê Adil Ebdul Mehdî civiya bû .

Dîlan Xefor.. Serdana Talebanî ji Bexdadê re ji bo xurtkirina têkiliyan e

Endama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dîlan Xefor li ser girîngiya serdana hevserok Bafil Talebanî ji Bexdadê re pişt rast kir.

Xefor di daxuyaniyek taybetî de ji PUKmedia`yê re got ku serdana hevserokê Yekîtiya Niştimanî jibo xurtkirin û domandina têkiliyên di navbera hikûmeta Federal û Yekîtî de, diyar kir ku "Yekîtiya Niştimanî xwedî roleke mezin li meydana siyasî li Êraqê ye, ev seredan jibo gotûbêjkirina pirsa hilbijartin pêşwext û dosyayên heyî û bihêzkirina peywendiyan hatiye,şandê di gel hejmarek fireksiyonên siyasî û balyozên çend dewletan û serkirde û berpirsên peyabilind kir.

Dîlan Xefor amaje bi wê yekê jî kir ku "Yekîtiya Niştimanî hertim roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal da lîstiye, û em hertim jibo çareserkirina pirsgirêkan diçin Bexdadê.

Hêjayî gotinê ye ku hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî li ser şandeke payabilind çûye Bexdadê û li wir ew bi rêberên gelek fireksiyonên siyasî re dicive û pirsgirêkên berçav gotûbêj dike.

Bafil Talebanî digel Adil Ebdul Mehdî hevdîtin dike

Îro Çarşemê Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî digel serokwezîrê berê yê Êraqê Adil Ebdul Mehdî hevdîtin kir.

Bafil Talebanî bi Helbosî re civiya

Hevserok YNKê Bafil Talebanî bi serokê parlemana Êraqê Dr. Mihemed Helbosî re civiya.

Îro roja sêşe,ê 8-6-2021`an li bajarê Bexdadê di heyama serdana xwe de, hevserokê YNKê Bafil Talebanî li gel serokê encûmena nûneran a Êraqê Mihemed Helbosî civiya.

Her weha di wê hevdîtina du qolî ya hevserokê YNKê Bafil Talebanî û serokê encûmena nûneran Dr. Mihemed Helbosî de, hejmarek ji endamên politburoya YNKê û endamên encûmena serkirdeyetî û li ser rewşa siyasî û aborî û neliheviya ku heyî bi awayekê berfereh gotûbêj kirin.

 Bafil Talebanî li gel Xemîs Xençer civiya

Hevserokê YNKê Pafil Talebanî li Bexdadê li gel Xemîs Xençer civiya.

Di dirêjahiya serdan û hevdîtinên xwe de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî hevdîtinên cuda cuda li gel alîyên siyasî ên Êraq û li gel balyozên welatên cuda cuda ên li Êraqê, îro li gel serokê hevpeymana Elezim Xemîs Xençe civiya.

Her weha di wê hevdîtina du qolî de, hejmarek ji endamên politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û endamên encûmena serkirdeyetî û li ser rewşa siyasî û aborî û neliheviya ku heyî, herdu aliyan bi berferehî gotûbêj kirin.

Bafil Talebanî û Feyad hevrêz û hevkarî gotûbêj kirin

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî bi îro roja Sêşem 8-6-2021`an,serokê desteya heşed şehbî Falih Feyad re civiya û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin..

Di civînê de, ku tê de endamên politburoya YNK û encûmena serkirdeyetiya YNKê û berpirsê hewalgeriya hêzên pêşmerge nirxandin û hewcedariya ji bo koordînasyon û hevbeş û Hevkariya di navbera leşkerên li Herêma Kurdistanê û Êraqê de ji bo ku rûbirûbûna mayînên terorîst û aramiya li herêmê bi hev re gotûbêj û bi hûrgilî nirxandin.

Bafil Talebanî vegotina tevgerên terorîstê yên terorîstan, digot ku ew hîn jî metirsiyeke cidî û hem jî hevkarî û hevrêziya me dike. Û jiyanek ewledar û aram ji bo welatî û peywira neteweyî ji me re peyda dike. Ji ber vê yekê, xebata odeya operasyonên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên Êraqê de ji bo ewlehiya berfireh li Kurdistan û Êraqê xebateke mezin tê xwestin.

Di civînê de, hevserokê YNKê Bafil Talebanî ji bo îmkanî û geşedanan xwendiye, wê zêde kir: Diyalog û têgihiştina hevbeş, hevkariya leşkerî sedemek girîng a ewlehiya siyasî ye.

Talebanî; Pêwîste destur lêvegera çareseriya aloziyan be

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ragiahnd; Pêwîste destur lêvegera çareseriya aloziyan be.

Îro roja duşemê 7-6-2021`an li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî pêşwazî li balyozê Êranê ê li Êraqê Êric Mescêdî kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, Bafil Talebanî derbarê helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li hemberî hemû pêşhat û pêşketinan de ku li Êraq û Herêma Kurdistan û aloziyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de û lihevtêghîştinek di navbera herdu aliyan de peyda bibe li ser bingeha berjewendiyên nîştimanî giştî be.

Hêjayî gotinê ye ku hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel şandeke payebilind serdana Bexdadê kir û gelek hevdîtinên siyasî û dîplomasî encam da û pêşhatên nûh ûrewşa ewlehî û swiyasî û aborî û hilbijartinên pêşwext ê li Êraqê û bemayên DAIŞê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de tev mijar û rojevên wê serdanê bû.

Bafil Talebanî ji Çînê daxwaza pêşxistina Herêma Kurdistanê kir

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî ji Çînê daxwaza pêşxistina Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja duşemêhevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel Çak Taw balyozê Çînê li Êraqê rewşa siyasî û ewlehî û aborî ya li Herêma Kurdistranê gotûbêj kir.

Her weha di wê civîna du qolî de, ku di navbera balyozê Çînê û hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de pêkhatiye de, hevserokê YNKê Bafil Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku YNKê dixwaze peywendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistan û welatê Çînê de bê kir û bi taybetî peywendiyên YNKê bi Çînê re .

Bafil Talebanî di dirêjahiya xwesteka xwe de, ew daxwaze ji Çînê kir ku ew hevrêzî ûş hevkariya di hemû derfet û karan de ku siyasî û aborî û bazirganî û çandî de be. Û aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dixwaze vejandina hevkarî û hevrêzî ya hevbeş di navbera YNKê û Çînê de pêşbixe wek çawa li ser dema rewanşad Mam Celal û komara Çînê ku ji aliyê Mam Celal de hatibû ava kirin. Her weha di heman civînê de, ji Çînê daxwaza wê yekê kir ku Çîn hewil bide bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Di heman hevdîtinê de, derbarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û hewildanên pêşxistina rewşa jêrxanî ya Herêma Kurdistanê û derfetên baş jî hene ku di kertên kişukalî û bazirganî  ji bo ku berhemhênerên Çînî jî beşdar bibin ji bo pêşxistina wan kertên girîng û ew amade ne ku kar hêsanî ji bo wan bikin.

Her weha YNKê spasiya welatê Çînê kir li ser alîkariya li hemberî vîrusa Korona û ew hevkarî û alîkariyên ku pêşkêşî Herêma Kurdisstanê hatine kirin bi girîng û pir bilind hat nirxandin.

Ji aliyê xwe ve jî balyozê Çînê jî tekez kir ku wê Çîn alîkar be bi hewildanên YNKê re û wê di hevkarî û alîkariya bi ÊÎraq û Herêma Kurdistanê re dirêj pê der be.

Bafil Talebanî di gel balyozê Rûsî civiya

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li bajarê Bexdadê di gel balyozê Rûsî civiya.

Îro roja duşemê 7-6-2021`an, li bajarê Bexdadê paytexta Êraqê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî û şandeya xwe li Bexdadê, pêşwazî li balyozê Rûsiyayê li Êraqê Îlbros Kotraşîf kir.

Di heyama wê hevdîtina du qolî de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî tekez li ser berferehkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de û berferehkirina hevrêzî û hemehangiya du qolî bi hevbeşî di hemû derfet û aliyan de li gel Rûsiyayê bê encam dan ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeş yê bilind ê herdu welatan û bi taybet hevkarî li gel hêzên Êraq û Herêma Kurdistanê li hemberî terorê û derbaskirina aloziyên ewlehiyê û nehîştina bermayên DAIŞê.

Di wê civîna du qilî ya di navbera hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û balyozê Rûsyayê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî û ewlehî û pêşketinên nû li ser qada Êraq û Herêma Kurdistanê bi hûrgilî şirove û gotûbêj kirin.

Her weha şandeya YNKê tekez li ser arambûna rewşa ewlehiyê û siyasî û lihevtêghîştin û dîtina zemînek hevbeş û bi giyaneke nîştimanî tako vê qonaxa hestyar û nelibar derbas bikin û rola erênî ya civaka navnetewî ya ji bo bi serketina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û Êraqê bilind nirxandin.

Hadî Amirî : Mam Celal ji hemû Êraqiyan re bû

Piştî hevdîtinê bi hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re Amirî di daxuyaniyekê de tekez li ser bihêzbûna têkiliyên digel kir, pesna rola Mam Celal da û got hevdîtin erênî bû têde li ser hilbijartinan û peydakirina rewş di dema xwe de û ewlehiya hilbijartinê gotûbêj kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku peywendiyên me digel Yekîtî kevine bi taybey bi Mam Celal re yê ku ne tenê ji bo Kurdan bû lê ji  hemû Êraqiyan re bû .
Hêjay bîrxistinê ye ku hevserokê YNK Bafil Talebanî roja înê gihîşt Bexdadê ji bo gotûbêjkirina hin mijar bi berpirs û serkirdeyên peyabilind jibo bihêzkirina peywendiyan û firehkirina hevkariyê û guhartina fikar û tehdîdên şaneyên DAÎŞê.

Talebanî digel Amirî rûnişt

Hevserokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî li Bexda digel serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî bi amadebûna hijmareka serkirdeyên hevpeymanî civiya.

Di civînê ku hejmarek endamên Buroya siyasî û Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de rewşên siyasî û ewlehî, hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Êraqê û xurtkirina têkiliyên dualî amade û berfirehkirina hevahengî û hevkariya hevbeş gotûbêj kirin û nerîn derbarê  hatin guhertin, Talebanî ragihand ku Yekîtî ji bo çareserkirina pirsgirêkan digel damezrandina projeyek hevbeş ku tê de her kes beşdar dibe da ku metirsiyên li ser Herêma Kurdistan û Êraqê bişkîne piştgiriya diyaloga neteweyî dike. .

Hilbijartinên pêşwext aliyeke civînê bû, hevserok tekez kir ku divê ew di wextê xwe de û dûr ji destwerdanê pêk werinwekî kareke girîng ji bo aramiya siyasî li Êraqê hesab kir ji bo damezrandina hikûmeteke bihêz . Her wiha li ser hereşeya DAÎşê li navçeyê jî axifîn û tekez li ser hevrêziyê di navbera pêşmerge û hêzên Êraqê ji bo vê yekê kir.

Naveroka hevdîtina Talebanî û Malikî

Naveroka hevdîtina Bafil Talebanî û Nûrî Malikî di PUKmedia`yê de bixwîne.

Îro roja yekşemê 6-6-2021`an, li bajarê Bexdadê paytexta Bexdadê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel serokê koalisyona dewleta yasa Nûrî Malikî hevdîtinek pêk anî.

Di wê hevdîtina du qolî de, endamên politburo û encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê jî amade bibûn, derbarê pêşketin û guhertinên siyasî û ewlekarî û aborî û ew aloziyên ku di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Êraqê de mane bi awayekî berfereh û zelal gotûbêj kirin.

Hevserok Talebanî tekez li ser surbûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li ser çareserkirina pirsgirêkan ên ku dibin asteng li pêş derbaskirina vê qonaxê û helûmercên heyî, aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê hewil dide ku bi hevpariya hemû aliyan kêşe û aloziyan bi riya diyaloga nîştimanî ku xizmeta hemûyan bike çerser bike.

Her weha hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê  Bafil Talebanî aşkire kir ku bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de, wê li ser bingeha pêşketina Herêm û Êêraqê be û pir girînge ku pkvajiyanî û biratî di navbera hemû pêkhatên li Êraqê de be..

 Bafil digel Emar Hekîm hevdîtin kir

Di çarçoveya serdana ji Bexdadê re, Hevserokê Yelîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî bi şandê ligel re hevdîtin bi serokê Rewtî Hîkme ya neteweyî birêz Emar Hekîm kir.

Hevserok geşedanên vê dawiyê û rewşa siyasî li Herêm û Êraqê di gel Emar Hekîm re gotûbêj kir,her wiha wê li gel hin aliyên siyasî yên din jî bicive.

Bafil Talebanî digel serokkomar dicive

Di çarçova serdana xwe ya ji Bexdadê re Hevserokê Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û şandê digel li qesra Selam digel serokkomarê Êraqê Berhem Salih civiya.

Hevserok dê digel serokkomar Dr.Berhem Ehmed Salih pêşhatên dawî yê rewşa siyasî ya Êraq û herêma Kurdistanê gotûbêj bike, her wiha şand wê digel hin aliyên siyasî yên Êraqê jî bicive.

Di hevdîtinê de Talebanî  li ser pêşhatên siyasî yên welat gotûbêj kirin, li ser girîngiya zêdekirina danûstendin û diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gora destûr û yasayê pişt rast kir, bi awayek ku dadmendiya civakî bi dest bixe û mafên hemî karmend û welatiyan diparêze, û dabînkirina pêdiviyên jiyanek baş pêşînek e.

Her weha girîngiya hevkarî û hevahengiya hevbeş di navbera saziyên hikûmeta Federal û ya herêmê de hate tekez kirin ku ji bo berjewendiya welat bigihîjin nêrînek hevbeş li gor bercewendiya welêt û ewlekarî û aramiya ji hemû welatiyan re ji bo jiyaneke azad pêk bîne.

PUKmedia-Taybet

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket