Hevserok Lahur; YNKê bi rasteqîne mijaran çareser dike

Agadarî 04:35 PM - 2021-06-09
.

.

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî dibêje; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê bi rasteqîne danustandin bi mijaran re dike.

Îro roja çarşemê 9-6-2021`an, li bajarê Silêmaniyê di hola Rewşenbîrî de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê civîneke berfereh bi berpirs û endam û kadroyên mekteb û burdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê re saz kir.

Di wê civîna berfereh a Hevserokê  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî de bi amadebûna hevalên desteya rêvebir û politburo û encûmena serkirdeyetî, bi awayekî giştî û berfere3h li ser rewşa giştî û pêşketinên li Herêma Kurdsitan û li Êraqê bi hemû astan anî rojevê û bi zelaî şirove kir.

Her weeha hevserok Lahur di axivtina xwe de, li ser hewldanên ku li piştî Kongireya 4ê têne kirin û ew pêngava kongreya 4ê gelek mezin bû di jiyana siyasî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê de, spasiya xwe ji bo hevalên kevin kir ku bi sedema sîngverehbûna wan ku di qadê de kongireyek wiha hat ava kirin.

Di wê demê de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Şêx Lahur Şêx Cengî aşkire kir ku ew erkên ku dikeve ser milê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê di vê demê de, dubare dikin ku YNKê partiyeke pir dûr dinêre û bi awayekî rasteqîne danustandin li gel buyeran û mijaran dike û berjewendiyên giştî ê gel bi ser hemû tiştî re digre. Ji ber wê yekê jî, pêwîste endam û kadroyên hemû mekteb û komîte û kadroyên rêkxistinan ên di nava gel de van rastî û nêrînên me ji gel û cemewer re bibêjin û zelal bikin takorastiya siyaserta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê ji nêzîk ve nas bikin û dûrkevin ji wan dengên ne rewa ên ku dixwazin hewildanên me pûç bikin.

Di wê hevdîtina bi kadro û xebatkarên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê re, hevserok Lahur Şêx Cengî aşkire kir ku ew vê germahiya ku li piştî kongreya 4ê pêkhatiye baş pir bilind dinirxîne û zelal kir ku ev helûmercên heyî ji me karekî baş û mezin dixwaze ji bo pêşxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê û xizmetkirina civaka gelê Kurdsitanê bikin.

Ji aliyê din ve hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî derbarê proseya hilbijartinên dahato yê Êraqê tekez kir ku dibê ku ew mala kurd yekrêz bikin û hevgirtinekê bikin tako helwesta kurd li Bexdadê yekgirtî be, di vê barê de, ew lîsteya bi navê Hevpeymana Kurdistan ku di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê û Tevgera Goranê de hatiye damezrandin, pêngaveke girîng û kevrê bingehê ye ji bo biodestxistina mafên gelê kurd bi riya parlemanê.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî di wê civîna berfereh a YNKê de aşkire kir ku wê bi riya hilbijartinan guhertinên mezin û rasteqîne bêne saz kirin bêguman di rêvebiriyan de û wê bi wê rengî ew rewşa nelbar ûş ne baş a gel tê de derbas dibe bê baş kirin.
Her weha di dirêjahiya axiftinên xwe , hevserok tekez li ser wê yekê kir ku sûrbûna me li ser bingeha ku bi Êraqê re em rêkeftinê bikin, ne tenê ji bo mûçeyan e, lê ew ew ji bo ku helwestên me li Bexdadê bihê be û em bikanibin berjewendiyên xwe biparêzin û armancên nîştimanî pêkbînin, me di destura Êraqê de beşdarî kir û gelê me bi piranî deng li ser da û pejirand û bi vê rengî destur wê alozî û kêşeyan çareser bike û bi taybet navçeyên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn û Kerkûk di nav de.

Di dawiya axiftina xwe de, hevsero0kê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî derbarê rewşa ewlehiya li Bexdad û Herêma Kurdistanê aşkire kir ku helwesta YNKê şerê birakujî napejirîne û em ji xwe re jî napejrînin ku derbasî bo nava wî şerî bibin ku şereke bi wekalet û emê bêdeng nebin û emê hewilên xwe bidin taku metirsiyên vêxistina fitîla nakokî û cengê kok çê ne be.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket