Dîlan Xefor.. Serdana Talebanî ji Bexdadê re ji bo xurtkirina têkiliyan e

Kurdistan 11:53 AM - 2021-06-09
Dîlan Xefor.. Serdana Talebanî ji Bexdadê re ji bo xurtkirina têkiliyan e

Dîlan Xefor.. Serdana Talebanî ji Bexdadê re ji bo xurtkirina têkiliyan e

Endama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dîlan Xefor li ser girîngiya serdana hevserok Bafil Talebanî ji Bexdadê re pişt rast kir.

Xefor di daxuyaniyek taybetî de ji PUKmedia`yê re got ku serdana hevserokê Yekîtiya Niştimanî jibo xurtkirin û domandina têkiliyên di navbera hikûmeta Federal û Yekîtî de, diyar kir ku "Yekîtiya Niştimanî xwedî roleke mezin li meydana siyasî li Êraqê ye, ev seredan jibo gotûbêjkirina pirsa hilbijartin pêşwext û dosyayên heyî û bihêzkirina peywendiyan hatiye,şandê di gel hejmarek fireksiyonên siyasî û balyozên çend dewletan û serkirde û berpirsên peyabilind kir.
Dîlan Xefor amaje bi wê yekê jî kir ku "Yekîtiya Niştimanî hertim roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal da lîstiye, û em hertim jibo çareserkirina pirsgirêkan diçin Bexdadê.

Hêjayî gotinê ye ku hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî li ser şandeke payabilind çûye Bexdadê û li wir ew bi rêberên gelek fireksiyonên siyasî re dicive û pirsgirêkên berçav gotûbêj dike.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket