Talebanî; Pêwîste destur lêvegera çareseriya aloziyan be

Agadarî 06:16 PM - 2021-06-07
.

.

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ragiahnd; Pêwîste destur lêvegera çareseriya aloziyan be.

Îro roja duşemê 7-6-2021`an li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî pêşwazî li balyozê Êranê ê li Êraqê Êric Mescêdî kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, Bafil Talebanî derbarê helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li hemberî hemû pêşhat û pêşketinan de ku li Êraq û Herêma Kurdistan û aloziyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de û lihevtêghîştinek di navbera herdu aliyan de peyda bibe li ser bingeha berjewendiyên nîştimanî giştî be.

Hêjayî gotinê ye ku hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel şandeke payebilind serdana Bexdadê kir û gelek hevdîtinên siyasî û dîplomasî encam da û pêşhatên nûh ûrewşa ewlehî û swiyasî û aborî û hilbijartinên pêşwext ê li Êraqê û bemayên DAIŞê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de tev mijar û rojevên wê serdanê bû.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket