Bafil Talebanî ji Çînê daxwaza pêşxistina Herêma Kurdistanê kir

Agadarî 04:26 PM - 2021-06-07
.

.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî ji Çînê daxwaza pêşxistina Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja duşemêhevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel Çak Taw balyozê Çînê li Êraqê rewşa siyasî û ewlehî û aborî ya li Herêma Kurdistranê gotûbêj kir.

Her weha di wê civîna du qolî de, ku di navbera balyozê Çînê û hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de pêkhatiye de, hevserokê YNKê Bafil Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku YNKê dixwaze peywendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistan û welatê Çînê de bê kir û bi taybetî peywendiyên YNKê bi Çînê re .

Bafil Talebanî di dirêjahiya xwesteka xwe de, ew daxwaze ji Çînê kir ku ew hevrêzî ûş hevkariya di hemû derfet û karan de ku siyasî û aborî û bazirganî û çandî de be. Û aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dixwaze vejandina hevkarî û hevrêzî ya hevbeş di navbera YNKê û Çînê de pêşbixe wek çawa li ser dema rewanşad Mam Celal û komara Çînê ku ji aliyê Mam Celal de hatibû ava kirin. Her weha di heman civînê de, ji Çînê daxwaza wê yekê kir ku Çîn hewil bide bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Di heman hevdîtinê de, derbarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û hewildanên pêşxistina rewşa jêrxanî ya Herêma Kurdistanê û derfetên baş jî hene ku di kertên kişukalî û bazirganî  ji bo ku berhemhênerên Çînî jî beşdar bibin ji bo pêşxistina wan kertên girîng û ew amade ne ku kar hêsanî ji bo wan bikin.

Her weha YNKê spasiya welatê Çînê kir li ser alîkariya li hemberî vîrusa Korona û ew hevkarî û alîkariyên ku pêşkêşî Herêma Kurdisstanê hatine kirin bi girîng û pir bilind hat nirxandin.

Ji aliyê xwe ve jî balyozê Çînê jî tekez kir ku wê Çîn alîkar be bi hewildanên YNKê re û wê di hevkarî û alîkariya bi ÊÎraq û Herêma Kurdistanê re dirêj pê der be.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket