Bafil Talebanî di gel balyozê Rûsî civiya

Agadarî 03:51 PM - 2021-06-07
.

.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî li bajarê Bexdadê di gel balyozê Rûsî civiya.

Îro roja duşemê 7-6-2021`an, li bajarê Bexdadê paytexta Êraqê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî û şandeya xwe li Bexdadê, pêşwazî li balyozê Rûsiyayê li Êraqê Îlbros Kotraşîf kir.

Di heyama wê hevdîtina du qolî de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî tekez li ser berferehkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de û berferehkirina hevrêzî û hemehangiya du qolî bi hevbeşî di hemû derfet û aliyan de li gel Rûsiyayê bê encam dan ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeş yê bilind ê herdu welatan û bi taybet hevkarî li gel hêzên Êraq û Herêma Kurdistanê li hemberî terorê û derbaskirina aloziyên ewlehiyê û nehîştina bermayên DAIŞê.

Di wê civîna du qilî ya di navbera hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û balyozê Rûsyayê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî û ewlehî û pêşketinên nû li ser qada Êraq û Herêma Kurdistanê bi hûrgilî şirove û gotûbêj kirin.

Her weha şandeya YNKê tekez li ser arambûna rewşa ewlehiyê û siyasî û lihevtêghîştin û dîtina zemînek hevbeş û bi giyaneke nîştimanî tako vê qonaxa hestyar û nelibar derbas bikin û rola erênî ya civaka navnetewî ya ji bo bi serketina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û Êraqê bilind nirxandin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket