Şandeyeke Fransî Serdana Zanîngeha Rojava Kir


7/6/2021 15:22:00
Çapkirin
     .

Şandeyeke ku ji rêveberên hin  şaredariyên Fransa û Saziya Danielle Mitterrand pêk dihat, serdana zanîngeha me kir.

Li ser navê şandeyê endama  Saziya Danielle Mitterrand, Korin Morêl Darlo der barê armanca serdana wan ji  Rojava re  û bi taybetî ji  zanîngehê re zelal kir; di navbera gelê fransî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurtkirina pêywendiyên dostanî; di çarçoveya projeya  JASMINES de pêşxistin û destekdayîna projeyên alternatîf e.

Hevserokên Zanîngeha Rojava M. Rohan Mistefa û Dr.Ebdulîlah El-Mistefa di der barê  Zaningeha Rojava de danasîneke kurt ji şandeyê re pêşkêş kirin.

Şande, di dawiya hevdîtinê de nameyeke pişgiriyê ku ji aliyê gelek şaradarî, rêxistin û kesayetên navdar ve hatiye imzakirin, radestê rêveberiya zanîngehê kirin. Şandeyê, serdana xwe bi hevdîtineke taybet bi rêveber û xwendekarên beşa jineolojiyê re bi dawî kir.

PUKmedia-Zanîngeha Rojava


 

Almanya; Xwendekareke Efrînî pileya neyab bi dest xist


Li welatê Almanyayê, Xwendekareke kurd a Efrînî pileya neyab di xwendina bakeloriyayê de bi dest xist.

Keçka kurd a Efrînî di dibistan&ec...


»  Dr. Kemal Sîdo rexne li Natoyê girt
»  Robîn Reşvan; Kurd bû ye navekî mezin
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne
 

Kesên berhemdar hîn di jiyanê de ne xelat bikin


Mamoste Omer Şêxmûs yek ji siyasetvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanî ku bi rengê Kurdistanî bi bê hember xizmet û xebat i doza gelê ...


»  Vejîna YNKê berî 46 salan di dîroka gelê Kurd de gavek pîroz bû
»  Helwestên li barê girtina rojnamevanên Behdînanê bilindtir dibin

Karîkator