Ezmûnên polî 12`an li rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Kurdistan 12:02 PM - 2021-06-06
Ezmûnên polî 12`an li rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Ezmûnên polî 12`an li rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Di demjimêr 8:30`an de yekem car ezmûnên polî 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir ku 3172 xwendekar tevlî ezmûnan bûne.

Piştî ku pergela perwerdehiyê ya bi zimanê dayîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin ev yekem car e ku Komîteya amadekariya pirogrema xwendinê a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê ji bo polên 9,12`an bi zimanê dayîkê(Kurdî-Erebî) pêk tê.

Ezmûn li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Korona pêk tên, Desteya Perwerde û Fêrkirinê a herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê li her navendeke ezmûnan ji bo rewşên awarte nuqteyên tenduristiyê tevî kadroyên wê erkdar kirine.
Bernameya ezmûnên refa 12`an beşa zanistî îro dest pê kir û dê heya 27`ê Hezîranê dewam bike û ji bo beşa wêjeyî jî dê heta 23`ê heman mehê dewam bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket